Hat diyarkirin ku li Sûriyeyê artêşa dewletê bajarê Zebedanê yê derdora paytext Şamê doh ji seatên serê sibehê de toperan kir û li Helebê jî helîkopteran taxa Mesakin Henano bombebaran kir. Li Dêra Zorê û Hemayê jî di navbera artêşa azad û artêşa dewletê de şerên dijwar diqewimin. Li gorî çavkaniyên muxalefetê roja pêncşemê jî derdora 200 kesan hatin kuştin ji wan 53 li Dareya Şamê hatine kuştin û yên din jî li Heleb, Dera, Idlib û Hemayê hatine kuştin.
Sivîl zirarê dibînin
Li gorî rapora ku Rêxistina Efûyê ya Navnetewî (AI) di encama lêkolînên li Sûriyê pêk anî de amade kiriye, ji ber şerê li Sûriyê herî zêde sivîl zirarê dibînin.
AI, li bajarê Helebê yê Sûriyê 10 rojan lêkolîn kir û encamên lêkolînê bi daxuyaniyekê belav kir. AI, bi bîr xist ku Heleb bajarê herî mezin ê bazirganî yê Sûriyê ye. AI, ragihand ku derbarê 30 êrîşên pêk hatine de lêkolîn meşandine û ev agahî dan: "Di van êrîşan de, bi dehan sivîl hatine kuştin an jî birîndar bûne. Ev sivîl tevlî tu êrîşan nebûn e. Piraniya wan zarok in. Gelek ji wan, an li malên xwe bûne an jî dema di rêza ji bo stendina nan de disekînin bûne hedefa van êrîşan. Yek ji van jî, malbata Kayali ye. Ji vê malbatê 10 kes mirine. 7 ji wan, zarok in. 6'ê Tebaxê di encama êrîşa li hemberî mala wan de mirine. Di êrîşan de piranî, şervanên muxalif û sivîl ji hevdu nayên cudakirin."
Di dora nan de dimirin
AI, bal kişand ser zehmetiyên xelkê li Helebê jî û wiha got: "Nan nayê dîtin. Li ber firinan rêzên dirêj çêdibin. Di van rêzan de ji ber êrîşan an dimirin an jî birîndar dibin. Cihekî bi ewlehî ji bo wan tune ye. Artêşa Sûriyê bi êrîşên hewayî û bejayî, dibe sedema mirinan. Gel bi tirsa mirinê dijî. Ev jî nîşan dide ku ewlehiya sivîlan tune tê hesibandin." Xaleke din a balkêş jî ew e ku hêzên hikûmetê sivîlan bêyî ku bidarizîne, bi lez û bez înfaz dike. Di raporê de ev agahî cih girtin:" Piraniya van kesan, zilam in. Destên wan tên kelepçekirin, gule berî serê wan didin û cesedê wan diavêjin nêzî dezgeha îstixbarata hêzên hewayî. Endamên Artêşa Azad a Sûriyê jî kesên ku digirin, bi awayekî ne qanûnî dikujin û zilmê li wan dikin. Divê dev ji van binpêkirinên mafan berdin.
Metirsiya AKP û DYA'yê
Ji aliyekî din ve hewldanên Amerîka û Tirkiyeyê yên hevbeş hene da ku bandora xwe ya li ser destwerdana hundirê Sûriyeyê zêde bikin û hemû bûyerên li wî welatî li gorî xwe saz bikin. Ji ber metirsiyên hikûmeta AKP ji destkeftiyên Kurdan hene û yên Amerîkayê jî ji komên çekdar ên radîkal heye ku çekên didin muxalifên Sûriyeyê bikevin destê wan koman û aramiya Israîlê xira bikin. Lewre jî mijara sereke ya civîna li Enqerê goftûgoyên derbarê vê mijarê de bûn.
Tewanbariya Tirkiye
Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê Feysel Miqdad da xuyakirin ku Tirkiyeyê piştgiriya komên çekdar dike û derbasbûna wan a nav axa Sûriyeyê hesan dike. Ev ne cara yekemîn e ku rayedarên hikûmeta Sûriyeyê hikûmeta AKP bi alîkarî û piştgiriya muxalifên çekdar tewanbar dike. Rayerên Suriye diyar dikin ku Qeter û Siûdiyê çekdar û pereyan dişînin Tirkiyeyê, hikûmeta AKP jî wan perwerde dike û di sînorê xwe re derbasî Sûriyeyê dike.
ŞAM