Mirov nexşeyeke ku zanyarên zanînê, zanyarên ku bi ser afirîna wî de serê xwe diêşînin û xewa şevan li xwe diherimînin; digel biservebûn û agahiyên bidestxistî, ji hêlekê ve bi hêvî, ji rexekî ve behitî, hê jî bi ser hin razê wî venebûne ne.
Ligel vê rastîyê, herkes dizane ku mirov ne bêhewa dikare bijî, ne jî bêav û xwarin…û tiştine din…
Û tiştine din, mînak: dar û devî, giyayê yekta û yê tûmî, kulîlk û gul û çîçek… hêsîrê axê ne pêşî, paşê ên avê, bi dû re jî yên rojê...
Helbet bi wext re, mîna zilên di nava çiravê de wargehê jiyanê ji xwe bijartî- bel kî jî tawana a tovê wan bi xwe be- hima ku av ji ser qut bibe, mîna masiyê ji avê derketî, di demeke kurt de roj û hewaya ku bi avê re ew şîn şîn, jîndar dihişt, dibin du dujminê ku bixwazin kokê lê biqelînin.
Û em tev dizanin ku ronî, ango roj yek rehên jiyanê ê herî qayim e. Digel vê rastiyê em tev dixanin ku kêzik û kurmikin hene, -wekî şevşevokan- qorzî û qawêrên herî tarî bijartine û tê de dijîn. Yanî, bi gotineke din, kurt an jî dirêj, herkes, her tişt di wextekî de li wargehekê dijî, paşê hinek mîna mirov dimirin, hinek jî wekî darê, wekî kulîlkê hişk dibin.
Ya seyr ew e, mirov jî piştî mirinê, piştî ku xwîna di rehan de sar dibe, mîna dareke hişkbûyî, dibe termekî hişk î hola!
Pêşiyên em ji dol û dawa wan, beriya me ev rastiya ku nayê guhertin,yanî mirin wekî ‘qederek’ be qebûl kirine û gotinê ‘ em tev bizrê mirinê ne’!
Bizrê mirinê qasî ku dimre – çi bi emrê Xwada, çi bi şêweyên din- wekî bizrê pirparê herroj zêde dibe. Bi taybetî jî li Rojhilata Navîn… Li Rojhilata ku civat ne wekî civatê; mîna bavikan, malbatan û eşîran dijî û heryek ji hinda xwe ve li serweriyê digerin, mirin qedera her roj e!
Van qewman, van qewmên ku hê di destpêkê de ‘ di destekî de şûr, di yekî de Qûr’an- bi qasî ku qasidin – sê heb ji qewmê yahûdiyan, yek ji ereban- ji nava wan hatin bijartin û Xweda ji wan re şandin; wan ne bi ya xweda kirin, ne jî bi eyatên pirtûkên ku her peyv ji devê xweda derketî!
Di van çend rojên cejnê, rojên ku kesên enirî û ji hev xeyidî diviya bû li hev werin, li Sûriyeyê nêzî 500 mirovî li kolên xir î xalî ê vî bajarî wî bajarî tênê kuştin!
Kuştin navê mirina bi destê mirov e!
Û em ne bi emrê Xweda; bi destê segên hemdurvê xwe mîna ku bixwazin emrê ayeta ‘her bûnewer dê mirinê tahm bike’, li vir û wir werînin cih, li ser van axan mirin veguherandine sekininê! Yanî…yanî mirina kuçikî!
Û kuçikin ku ji dirandin, gezkirin û ji hev zîvar zîvarkirina qewmekî têrnebûne, di rojeke cejnê de radibin dibêjin’ Ev eyd li me herimandin’!
Gazinda mekin, û ji bîr mekin ku we jiyan û pê re şev û roj, û pê re ax û wetan li qewmekî herimandiye!
Têbinî: Bi hêviya jiyîneke bêxwîn û şîn û axîn, cejna we ya derbasbûyî pîroz be dibêjim.
Herimandin