MUNSTER: Li bajarê Munster ê Elmanyayê Komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin. Çalakî li ber Konsolosxaneya Tirk dest pê kir, gelek Kurdistanî li çalakiyê amade bûn. Di çalakiyê dirûşmên wekî ‘’Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’’, ‘’Kurdistan wê jifaşîzmê re bibe goristan’ hatin berzkirin. Her wiha li ber stasyona trênê ya Munsterê wêneyên têkildarî Şoreşa Rojava hatin daliqandin. Wêneyên ku pêşengtiya ‘’Perspectîve Rojava’ 4 heftiyan wê bimînin. Çalakî bi muzîkê bi dawî bû.
MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransa bi hezaran Kurdistanî û dostên wan bi meşekê komplo şermezar kirin. Girseya ku ji meydana Canebîere heta bi meydana Vîeûx-Portê meşiyayî bi Fransizî dirûşma ‘’Ji Ocalan re azadî’’ berz kir. Di meşê de her wiha girtina televîzyonên Kurd jî hate şermezarkirin.
TOULOUSE: Protestoya komployê ya Başûrê Fransayê ji hêla Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ve hate pêkanîn. Mîtîng li meydana Capîtolê dest pê kir, danezana Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê hate xwendin.Daxuyaniyek li ser navê KCD-E’yê hate dayin û hate gotin komplo hê berdewam dike, Kurd divê ji bo azadiya Rêbertiya xwe derkevin meydanan.
LONDON: Komploya Navneteweyî li paytexta Ingilistanê Londonê jî bi girseyî hate şermezarkirin. Girseyê alayên PKK’ê, KCK’ê û Ciwanên Azad hilgirtin û ber bi meydana Pîcadîlly ve meşiya. Li vir piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan meşa xwe berdewam kir. Di dema meşê de fîşekên hewayî hatin teqandin û vê jî bi xwe re reqa rengan anî. Girse bi meşê hate ber avahiya televîzyona BBC’yê, li gel baranê jî mîtîng hate lidarxistin.
VIYANA: Kurdistanî û dostên wan ên ku li Chrîstîan-Broda-Platz bi meş û mîtînga ku li dar xistî,18. Salvegera Komploya Navneteweyî şermezar kirin, azadiya Ocalan hate xwestin. Di meşê de reşkirina weşanên çapmeniya azad û muxalîf jî hate protestokirin. Di meşê de alên YPG, PYD, PKK, KCK’ê hatin hildan, dirûşmên bi Elmanî “Artêşa Tirk ji Kurdisanê der keve” , “Tirkiye ya terorîst ji Rojava der keve” û “NATO fînase dike, Tirkiye bombe dike” qîr kirin.
ADÎGEY: Kurdistaniyên ku li Mala Kurda ya li Komara Xweser a Adîgey a girêdayî Federasyona Rûsya, komploya 9’ê Cotmehê protesto kirin. Bi vê bomeyê civîna gel a ku hate lidarxistin bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di civînê de yek ji rêveberên Organîzasyona Jinên Kurd ên Adîgeyê Hanim Mamedova axivî û têkildarî komploya naveteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêk anîn nirxandin kir. Civîn piştî axaftinan, bi dirûşmên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi dawî bû.
STOCKHOLM: Ji parêzerên Ocalan Mazlûm Dînç, li bajarên Stockholm, Gavle, Borlange û Goteborg ên Swêdê tevlî civînên gel bû û têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna hiqûqî a li dijî tecrîdê, agahî da Kurdistaniyan.
Parêzer Dînç diyar kir, hevdîtina malbatê û parêzeran jî li dijî Ocalan weke amûreke siyasî ya şantajê tê bikaranîn û got, “Hikûmeta ku mafên bingehîn ên Birêz Ocalan ji dest girtiye, vê venaşêre û bi rengekî vekirî ji medyayê re eşkere dike. Bi awayekî vekirî dibêje, ew nahêle parêzer û malbat hevdîtinê bikin.”
Di civîna agahdarkirinê ya Goteborgê de Berdevkê Polîtîka Derve ya Partiya Çep a Swêdê Hans Lînde, hin rêveberên vê partiyê û Papazê Suryanî Abraham Garîs jî amade bûn. Dînç piştî civînê bi qasî saetkê bi Hans Lînde û rayedarên din ên Partiya Çep re bi qasî saetekê hevdîtin kir. Parêzer Dînç wê civînên li ser tecrîdê li Norwêc û Danîmarkayê bidomîne.
NAVENDA NÛÇEYAN