Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an de daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê şehîdên di têkoşîna li dijî komployê de hemû bi minet û rêzdarî bi bîranî û got: “Mêtingeriya qirker ku di sala 1998’an de li pêşberî Tevgera me ya Azadiyê hate ber hilweşînê, xwe spart paşverûtiya herêmî û navneteweyî û komplo pêk anî. Di şexsê AKP-MHP’ê de mêtingeriya qirker niha jî li ber hilweşînê ye. Hêrsa gelê ma ya li dijî komployê wê her şêweyên komployê yên li dijî têkoşîna azadiyê têk bibe. Ji ber ku Rêber Apo gelê Kurd kir xwedî îrade û sîstemeke demokratîk a ku xwe dispêre xuşk û biratiya gelên Rojhilata Navîn, komploya navneteweyî li dijî wî hate kirin. Rêber Apo hîn jî rastiya Kurdên azad diafirîne û ji bo avakirina sîstemeke ku xwe dispêre xuşk û biratiya gelên Rojhilata Navîn têdikoşe, lewma li Îmraliyê bi rengekî giran hatiye tecrîdkirin. Lê belê komploya navneteweyî nekarî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û têkoşîna demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn rawestîne.

Berxwedan wê tecrîdê bişkîne

Ji ber vê yekê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê derfetên xwe hemû ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê bi kar tîne. Dijminatiya bi Kurdan re û êrişa li dijî her tiştê bi navê Kurdîtiyê ku di dema komploya navneteweyî de hate kirin niha jî bi rengekî bênavber didome. Lê belê bi ruhê şehîdên berxwedana ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ li her deverê berxwedaneke bi rengê fedayî heye. Ev berxwedana dîrokî ku bi berdêlan tê meşandin wê komploya ku dixwazin îro jî bikin têk bibe. Berxwedana ku bi îradeyeke qewîn tê nîşandan wê dawî li tecrîda li Îmraliyê bîne, êrişan têk bibe û li ser bingeha azadiya gelê Kurd wê Tirkiye jî di nav de hemû welatên Rojhilata Navîn demokratîk bike.”

 

ANF/BEHDÎNAN