Polîsên trafîk, daristan û hawîrdorê yên navçeya Pêncewên a Silêmaniyê çûna ser kar boykot kirin û rêya navbera Silêmanî-Seyîdsadiq û Pêncewînê li hatinçûnê girtin.
Qeymeqamê navçeya Pêncewînê Zana Rehman ji ajanda RojNews’ê re axivî û got: “Ji ber nehatina mûçe û li dijî sîstema nû ya mûçe, îro polîsên trafîk, daristan û hewîrdorê yên Pêncewênê çûna ser kar boykot kirin û dest bi xwepêşandanê kirin.”
Zana Rehman wiha pê de çû: “Niha polîsên xwepêşandêr rêya serekî tankerên sûtemeniyê ya navbera bajarê Silêmanî û navçeyên Seyîdsadiq û Pêncewînê li hatinçûnê girtine.”
Di dawiyê de Zana Rehman got, eger rewş wiha dewam bike wê ji kontrolê derkeve û polîsên xwepêşandar jî li ser çalakiya xwe bi israr in ku heya çareseriyek neyê kirin wê dewam bikin.
Rêya navbera Silêmanî û Derbendîxanê girtin
Karmendên bajarokê Warmawa ser bi Şarezûrê li dijî sîstema kêmkirina mûçe xwepêşandan li dar xistin û rêya navbera Silêmanî û Derbendîxanê li hatinçûnê girtin. Yek ji xwepêşandêrên li Warmawa Rizgar Elî got: “Ji ber bêdengî û bêxemiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî van hemû krîzan û roj bi roj mezinbûna krîzan, me xwepêşandanek li dar xist.”
Rizgar Elî wiha peyîvî; “Êdî gel li hemberî hemû bêmafî û neheqiyan hişyar bûye. Êdî gel soz û biryarên nerast qebûl nake. Gel heya negihe encamekê wê xwepêşandan û çalakiyên xwe dewam bike.”
Di dawiyê de Rizgar Elî got, ew sîstema nû ya kêmkirina mûçe qebûl nakin û di çarçoveya vê nerazîbûn û çalakiya xwe de rêya navbera Derbendîxan û Silêmaniyê li hatinçûnê girtine.
ŞIRAM HEWRAMÎ/ROJNEWS