
Ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê û daxwaza "ji Kurdan re statû" bi deh hezaran Kurdistanî li Strasbourga Franseyê li hev kom bûn û bi vî awayî bû mezintirîn mitînga 13 salan. Di mitîngê de avakirina Meclîsa Înîsiyatîfa ji Ocalan re Azadî hate ragihadin.
Mitînga bi heybet a Kurdan li Qada “Rue des Vanneau” hate destpêkirin. Zêdetirê 60 hezar Kurdistanî ji welatên Ewropa yên weke Almanya, Franse, Belçîka û Holanda û gelek welatên ji demjimêr duh êvarê ve berê xwe dan bajarê Strasbourgê û li gara trenê ya li navenda bajêr kom bûn û paşê berê xwe dan cihê mitîngê.
Çalakgeran demjimêr di 10.30 de dest bi meşê kirin. Di korteja pêş de meşvanên Meşa Dirêj a 1’ê Sibatê ji Cenevre heta Strasbourgê meşiyan cih girtin. Her wiha di destê wan de wêneyek mezin ê Ocalan heye. Her wiha pankartên mezin ên li ser nivîsandî “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aşitî”, “Ji Komploya Navnetewî ya li dijî Ocalan re na” hiltgirtin.
Di dema meşa Kurdan tedbîrên berfireh ên polîsî hatin girtin. Komîteya amadekar ragihand 60 hezar kes beşdar bûn.
Di migîngê de, Serokê KONGRA GEL Remzî Kartal, Ji parêzerên Ocalan, Mahmût Şakar, Serokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Tahir Kemalîzade,
Parelmentera BDP’ê ya Amedê Emîne Ayna, parmenterê Stenbolê Lewent Tuzel û gelek siyasetmedar û kesayetên din axifîn. Di mitîngê de alên KCK, PKK, KJB, PYD û PJAK’ê hatin hilgirtin û dîsa posterên Ocalan cihek taybet di meşê de girtiye. Endamên MLKP, Partîzan, Eniya Şoreşger û Yekitiya Kurdên Êzidî jî bi reng û alên xwe beşdarî meşê bûne.
Ji Karayilan bo Kurdan banga yekitiyê
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan di peyama bi dîmen a ji mitînga Kurdan a li Strasbourgê re şand de got; “Em wek gelê Kurdistan êdî dibêjin, bes e ji xiyanetê re, bes e ji komplo re. Em bi yek bin, têkoşîna xwe bilind bikin, rêbertiya xwe azad bikin, wek netewe gelê xwe azad bikin. Pêvajoya nû, çerçeveya xwe eve: gelê me yê Ewropa heta niha, li hemberî komploya navnetewî gelêk tekoşîn û ked da.”
Karayilan berxwedana gelê Kurd a li dij komployê silav kir û bang li DYA û YE’yê kir û got; “Komplo li hemberî gelê Kurd neheqiyeke mezin e. Em bang li tevayî komplogeran dikin, ji siyaseta komplo dev bedrin. Di serîde Dewletên Yekgirtî yên Amarika (DYA) dest ji siyaseta komploger berdin."
Karayilan pi peyama xwe ya baleke zêde kişand de di dawiyê de ev bang kir: “Di vê dema dîrokî de têkoşîna azadiya gelê Kurd, ketiye qonexek pir giring. Ev qonax wê qedera tevgera gelê me, qedera rêberê me zelal bike. Ji bo na wê, em vê hemleya nû bi her şêwazî em xwe beşdar dikin. Erişen neyaran bi çi babetî dibin bila bibin, emê bi her şêweyî, bi ideolojik, bi siyasî, bi leşkerî, bi rêxistinî emê li hemberî rawestin. Em ê vê pêvajoyê bikin, pêvajoya Rêber Apo, pêvajoya azadiya Kurdistanê. ”
STRASBOURG