Kurdistaniyên ku li Ewrûpayê dijîn ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendan ketine grevên birçîbûnê. Çalekgeran dibêjin, heta tecrîd bi dawî bibe ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

KOLN:Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê li pêşiya Dêra Domê  Parlementerên berê yên HDP’ê Nûrsel Aydogan, Tûgba Hezer, Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç û hunermend Xelîl Xemgîn jî di nav de 85 kes tevlî greva birçîbûnê bûn.

   

BERLÎN:Li paytexta Elmanyayê ye Berlînê  jî ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê hate destpêkirin.Parlementera berê ya HDP’ê Sîbel Yîgîtalp li vir axivî û diyar kir ku divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin û dest bi muzakereyan were kirin.”

STÛTTGART:Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê jî ji bo 10 rojan çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin. Berdevkê greva birçîbûnê Lokman Hedîl bal kişand ser tecrîda giran a li ser Ocalan û got, “Em piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya Leyla Guven û daxwazên wê daxwazên me ne.”

MARSÎLYA:Kurdistaniyên li bajarên Marsîlya, Montpellîer, Marîgnan û Dragûîngnan ên li Fransayê dijîn li Marsîlyayê dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakî li pêşiya Walîtiya Marsîlyayê di kon de hate destpêkirin û 30 kes tevlî greva birçîbûnê bûn.

   

LÎMASOL:Li bajarê Lîmasolê yê Kibrisê jî  greva birçîbûnê ya 4 rojan hate destpêkirin.

ATÎNA:Li bajarê Atînayê ya Yewnanistanê jî greva birçîbûnê hate destpêkirin. Rêveberê Navenda Çanda Kurd a Kurdistanê Lezgîn Serhed bal kişand ser tecrîda li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku heta tecrîd bi dawî bibe ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

VIYANA:Li Viyanayê ya ku paytexta Avûstûryayê ye bi heman armancê bi tevlîbûna 30 kesî çalakiya greva birçîbûnê destpêkir. Komîteya Amadekar diyar kir ku ew ê çalakiya greva birçîbûnê 20 rojan bidome.

TORONTO:Çalakiya Greva birçîbûnê ya li Torontoyê jî ku 3’ê Kanûnê dest pê kir îro bi dawî dibe.

 

NAVENDA NÛÇEYAN