Li Parlamenta Fransayê bi pêşengiya Parlamenterên Keskan Sergîo Coronado û Noel Mamere, ji bo balkişandina ser bûyerên li Kurdistanê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Di civîna li salona konferansa çapemeniyê ya li avahiya parlamentê de Hevseroka Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) Cemîle Renklîçay, endamên Buroya Têkiliyên Deve ya CDK-F, endamên MRAP, Lîga Mafên Mirovan, Tevgera Aştiyê, Komeleya Piştgiriya Fransa Kurdistan, Parlamenterê Partiya Komunîst a Fransayê Françoîs Asensî, Parlamenterên Partiya Sosyalîst Gerand Bapt û Françoîs Pîpponî amade bûn.
Parlamenter Coronado di destpêka civînê de axivî û anî ziman, ku ew dixwazin balê bikişînin ser komkujiyên li Kurdistanê. Coronado diyar kir, ew ji bo drama heyî gotinekê nabîne pê pênase bike û got, „Ji 16’ê Tebaxê û vir re êrîş li hemberî Cizîr, Nisêbîn, Silopiya, Sûr û gelek bajarên Kurdan tên kirin. Nabe ku Kurd bi tenê werin hiştin. Divê hêzên navneteweyî bikevin dewrê.“
‘Lezgîn bikevin tevgerê’
Parlamenter Mamere jî da zanîn, li her çar parçeyan êrîşên li dijî Kurdan dewam dikin, asta van êrîşan li Tirkiyeyê gelekî dijwar bûye û destnîşan kir, ku divê li hemberî vê rewşê derhal helwestek were nîşandan.
Parlamenterê Partiya Sosyalîst Gerand Bapt jî pêşniyar kir ku mîna koma bi pirsgirêka Fîlîstînê re eleqedar dibe, li parlamentê Koma Dostaniya bi Kurdan re were avakirin.
Parlamenterên beşdarî civîna çapemeniyê bûne wê deklarasyonekê amade bikin û pêşkêşî parlamenteran bikin ji bo mora xwe deynin binî. Hat ragihandin, ku ev deklerasyon wê hem ji Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê hem jî ji Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê re were şandin.
Li Seranser çalakî
HANNOVER: Li bajarê Elmanya Hannoverê jî Kurdistanî û çepên Elman li dijî komkujiyên AKP li Bakurê Kurdistanê dike, li ber HBF civiyan. Di çalakiyê de wêneyên Ocalan, alên PYD, YPG/YPJ, KJK hatin hildan.
FRANKFÛRT: Li Frankfûrtê ciwanên Kurd ketin avahiyên mezintirîn qenala radyoyê ya eyaleta Hessenê FFH Hit Radio û Planet Radio.
STÛTTGART: Endamên Ciwanên Azad ên Stûttgartê bi heman armancê li navenda bajêr meşiyan.
HAMBÛRG: Li bajarê Elmanya Hambûrgê, ciwanên Kurd li HBF çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn û terora dewletê ya li Kurdistanê şermerzar kirin.Ciwan piştre ji HBF heta ber Parlamenta Eyaletê ya Hambûrgê meşiyan.
HEÎLBRONN: Endamên Ciwanên Azad ên li bajarê Elmanya Heîlbronnê, şanoyek li ser komkujiyên li Kurdistanê nîşan dan. Pêşandan li meydana navendî ya Heîlbronnê li Kîlîansplatzê pêk hat.
DUSSELDORF: Li bajarê Elmanya Dusseldorfê bi qasî 50 ciwanan, çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn û ji stasyona navendî heta meydana Kongîsalle meşiyan.
FREÎBÛRG: Li bajarê Elmanya Freîbûrgê komkujiyên hikûmeta AKP li Kurdistanê dike, bi çalakiyekê hatin şermezarkirin. JiKomuna Jinê ya Nûda, Ciwanên Azad, Elman ANTÎFA, Dîe Lînke û Dergaha Çanda Elewiyan a Freîbûrgê bi sedan kes beşdar bûn.
MANNHEÎM: Li Mannheîmê jî endamên Ciwanên Azad li stasyona trenê ya navendî çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn. Ciwanan bi pankarta bi nivîsa „Dewleta kujer wê hesab bide“ li stasyona trenê meşiyan.
AMSTERDAM: Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê bi armanca protestokirina qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê çalakiya kon a 3 rojan destpê kir.
HELSÎNBORG Kurdistaniyên li Meydana Storatorget a li navenda bajarê Helsînborg ê Swêdê di greva birçîbûnê de ne, duh bi xwepêşananekê re dawî li vê çalakiya xwe anîn. Di çalakiyê de, ji Partiya Çep Mats Fûcht, ji Çepa Ciwan Sîlan Erman, ji Komîteya Çalakiyê Eylem Batak û Siyasetmedar Welat Bagok bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û welatên rojavayî şermezar kirin.
BASEL: Li bajarê Swîsre Baselê, ciwanên Kurd ji bo balê bikişînin ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, li balafirgeha EuroAirport Basel-Mulhouse-Freiburg a Swîsre, Fransa û Elmanyayê çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn.
MARSÎLYA: Terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê, li bajarê Fransa Marsîlyayê bi meşekê hat şermezarkirin. Bi qasî 2 hezar kes tevlî bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN