Çalakiya li bajarê Mannheîmê, li Paradaplatzê ji aliyê HDP û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hat lidarxistin. Di mîtînga ku bi sedan belavok li ser komkujiyê hatin belavkirin û wêneyên mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin hilbijartin de nûnerên AGÎF, ATÎK, ADHF, AABF, Dîe Lînke û Antîfa piştî deqeyeke rêzgirtinê axivîn.
Li bajarê Elmanya Frankfûrtê jî, komkujiya Enqereyê bi meşekê hat şermezarkirin. Di meşa ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Frankfûrtê û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve hat organîzekirin de, bi qasî hezar kes amade bûn. Meşê ji ber HBF a Frankfûrtê destpê kir û pankartên bi nivîsa „AKP li Enqereyê mirovan dikuje“, „Hema niha aştî“ û wêneyên mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, hatin hilgirtin.
Li bajarê Fransa Avîgnonê, bi qasî 300 kes li dijî komkujiya li Enqereyê meşiyan. Çalakî li ser banga Komeleya Elewiyan a Avîgnonê û Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NAV-DEM) hat lidarxistin û li ber stasyonê destpê kir. Girseya gel bi hilgirtina wêneyên mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, heta ber avahiya Şaredariya Avîgnonê meşiya. Di çalakiyê de timî dirûşmên „Kujer Erdogan“, „Dewleta kujer wê hesap bide“ hatin qîrîn.
Bi pêşengiya Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP), Partiya Keskan û partiya BASTA, ji bo şermezarkirina komkujiya li Enqereyê, li bajarê Swîsre Baselê meşeke navendî hat lidarxistin. Di meşa ku pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Swîsreyê jî destek dayê de, tevî bi hezaran Kurdistanî, Tirkiyeyî û Swîsreyiyan, Seroka SP a Kantona Baselê Brîgette Hollînger, parlamenterê SP ê Kantona Baselê û namzetê Meclîsa Federal Mûstafa Atici, Serokê Giştî yê BASTA Martîn Fluckîger, parlamentera Partiay Keskan a Kantona Baselê û namzeta Meclîsa Federal Sîbel Arslan, Koordînaora Amnesty International a Swîsreyê ya Tirkiyeyê Maya Heûschmann û gelek siyasetmedar amade bûn.
NAVENDA NÛÇEYA