
Komkujiya Roboskî ya ku di 28’ê berfanbarê de li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê pêk hat û di encamê de 34 ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan, li her çar hêlên Almanyayê tê protestokirin. Komkujiya Roboskiyê pêr li ber konsolosxaneya DYA ya li Bernê hate protestokirin.
Çalakî ji aliyê Kurdan û anarşîstên Swîsreyî ve hate lidarxistin. Di çalakiyê de dovîzên bi îngilîz û almanî li ser “Terorîst Titkiye”, “Leşkerê tirk bicehinime ji Kurdistanê” hildan û bê navber dirûşimên dilsoziya bi Ocalan û PKK’ê re qêriyan. Çalakgeran wêneyên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hildan û meşiyan ber deriyê konsolosxaneyê û xwestin darbesteke reş deynin ber deriyê konsolosxaneyê, lê polîs destûr neda.
Li Munster û Lohneyê protesto
Yekitiya Xwendekarên Kurd (YXK) û komleyên Kurdan Komkujiya Roboskî, terora AKP’ê ya li hemberî siyaseta Kurdan û bêdengî û hevkariya welatên Rojava ya li hemberî Kurdan li bajarên Munster û Lohneyê protesto kirin.
Roja çarşemê li Munsterê, hezar û pênçsed belavok ji aliyê xwendekarên Kurd ve hatin belavkirin. Xwendekaran vê çalakiya xwe bi boneya raya giştî ya Alman der barê van bûyerane de agah dar bikin demjimêr di navbera 13.00 û 18.00 ev çalakî li dar xistin.
Xwendekaran bal kişand ser komkujî, girtin, kuştinên bê daraz û polîtîkayên înkarê yên li hemberî Kurdan. YXK’ê hevkarî û bêdengiya YE û DYA’yê ya li hemberî polîtîkayên faşîzan ên dewleta Tirk şermezar kir.
Her wiha, li bajarê Lohne yê Oldenburgê jî, ji Serokê DYA’yê Barack Obama re nameyên protestoyî hatin şandin. 150 name ji aliyê Navenda Çandê ya Medyayê ve hate komkirin û ji postaxaneyê hatin şandin.
Piştî vê çalakiyê, girse hate komeleyê biryara çalakiyeke nû dan. Biryar dan ku wêneyên 34 ciwanên di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan û têbiniya “Gelo çima li ne li ser axê ne, li bin axê ne?” ji Obama re bişînin.
Li Merîvanê binçavkirin
Li bajarê Merîwanê yê rojhilatê Kurdistanê kesên bi navê Jiyar Selametiyan, Lenc Abadî, Dana Rostemî û Xalid Eywaze, ji aliyê hêzên Îtilaatam Merîwanê ve bi îdîaya beşdarî çalakiyên meş û xwepêşandana bûne hatin binçavkirin. Li gor nûçeya Kurdpayê hate diyarkirin ku li Merîwanê, du xwendekarên bi navên Jiyar Selametiyan û Lenc Abadî li zanîngeha Peyamê Nûr di 13'ê çile de bi sucdariya beşdarî meşe bûye û komujiya li gundê Roboskiyê ku 34 welatiyên sivîl ji aliyê balafirên şer ên tirk ve hatin qetilkirin şermezar kirin hatin binçavkirin.
Ajansa Kurdpa, di nûçeyê de diyar kir ku ciwanê bi navê Dana Rsotemî serbest hate berdan lê xwendekarên din hêj girtî ne. Heta niha çend caran malbatên girtiyan serî li dezgehên Îtilaatê kirin, lê tu agahî bi dest nexistin.
BERN/BERLÎN
Hunermend diçin Roboskiyê
Komek hunermendên Kurd û Tirk xwe amade dikin ku biçin serdana xizmên kesê ku di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dane. Hunermendan got; “Ji bo Komkujiya Roboskiyê jî bîr neçe û neyê jibîrkirin, em ê bi dil, pênûs û kamerayên xwe bi malbatan re bin” biryar dan biçin Roboskiyê.
Hunermendên ku dê biçin Roboskiyê ev in; Halil Ergun, Ahmet Soner, Pelîn Batu, Kazım Oz, Aziz Çapkurt, Omer Leventoglu, Aydin Orak, Bulent Gunduz, Ozkan Kuçuk, Mutlu Şahin, Elif Ergezen, Haydar Gunduz, Ekrem Heydo, Alper Kuçukdevlet, Yakup Tekintangaç, Ayça Damgaci, Haluk Unal.
Hunermendên Kurd û Tirk destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê dixwaze komkujiyê binixumîne û gotin; “Çapemenî li aliyekê bi zimanê şer diaxive, li aliyê din jî hewl dide ku komkujiyên hikûmeta AKP’ê rewa nîşan bide, li aliyeke din jî rûmeta rojnamevanî û mirovahiyê diavêje bin lingan.”
Hunermendan bal kişand ku ji ber bûyerê tu rayedarên hikûmetê îstîfa nekirin û heta yek ji wana jî lêborînek jî nexwest. Hunermendan xwest ku ev bûyer ronîkirin û berpirs derbixin pêşberê dadgehan.
Hunermendan ev bangewazî kir; “Heta gotin ‘Wê derê rêya terorîstan bû’, ‘çi karê wan li wir hebû’ û bi van gotinan xwestin kuştina zarokên me di nava civakê de rewa nîşan bidin. Gava tiştek an jî bûyerek ji bo berjewendiya desthilata siyasî hebe, çapemenî bi dest û lingan dikeve pey û bi agahiyên berfireh diweşîne, lê li hemberî kuştina van zarokên me bê deng ma.
Bi girtinê dest bi qirkirina siyasetmedar, parêzer û rojnamevanên li hemberî pirsgirêka Kurd bihîstyar kirin, niha jî dor hatiye sînemavanan. Ev pêkanînên ku dikên kuştinê yên di filma Hitchcock de tîne bîra mirov, ne tenê mirov û hunermendan tehdît dike, di heman demê de huner û rûmeta me ya hunerê jî tehdît dike.
Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn dibêje “bi helbest, stran, gotar û wêneyan dixwazin terorê mafdar nîşan bidin” û bi vî awayî bi rêbazên Almanyaya Naziyan hunermend û helbestkaran dike hedef. Divê zîhniyeta ku ji hunerê ditirse vê yekê baş bizane ku; em ê bi vê hunera xwe ve berdewam bikin. Em ê helbesta 34 gulle binivîsin, romana 34 gulle binivîsin, em ê vê sucê mirovahiyê bikin sînema.”
ANF/STENBOL