Li Fransayê li sê navendan bi pêşengtiya Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd (NCD-K) çalakî pêk hatin.
Li Fransayê Parîs û Normandîa, li ber dêra Notre Dame çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Kurdistan li dijî despot Erdogan li ber xwe dide” hat vekirin. Çalakgeran dowîzên “Stop Erdogan” hildan û desteserkirina şaredariyan, tecrîda li Îmraliyê û dagirkirina Cerablûsê şermezar kirin. Bi vê armancê belavok hatin belavkirin.
Kurdistaniyên li bajarê Creîl ê Fransayê dijîn, ji bo desteserkirina şaredariyên Kurdistanê şermezar bikin meşiyan. Bi sedan kes beşdarî meşê bûn û dirûşmên “Dest nede vîna min”, “Bijî Serok Apo” hatin qîrîn. Komek ji faşîstan xwest meşê provoke bike, lê çalakgeran destûr nedan.
Dosya pêşkeş kirin
Her wiha Meclîsa Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîllîers Le Bel, têkildarî desteserkirina şarederiyên Kurd bi rayedarên şaredariyên Sarcelles, Goness, Arnovîlle û Vîllîers Le Bel re hevdîtin kir. Di hevdîtinan de dosyayên li ser rewşa li Kurdistanê hatin pêşkêşkirin.
Li ber Konsolosxane û parlementoyê li hev civiyan
Desteserkirina 24 şaredariyên Kurdan li bajarên Swîsre Zurîch li ber Konsolosxaneya TC a li Zurîchê û Baselê jî li ber Parlamenta Kantona Baselê li hev civiyan û darbeya Erdogan protesto kirin
Çalakiya ku li ber Konsolosxaneya TC a li Zurîchê, bi beşdariya nûnerên DEM-KURD, Meclîsa Jinê ya Bêrîtan, ÎDÎF, ÎTÎF, KKP, PYD û Yekîtiya Asûrî-Suryaniyan, pêk hat.
Di çalakiyê de Nûnerê Yekîtiya Asûrî-Suryaniyan got, “Agahiya ku ji Serok Apo hat, kêm be jî em kêfxweş kir. Lê belê ev têrê nake. Heta Serok Apo azad bibe, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Çalakî li dû axaftinan bi qîrîna dirûşme û tilîliyan qediya.
Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Ronahî, Kurdistanî û dostên wan li ber Parlamenta Kantona Baselê li hev civiyan û desteserkirina şaredariyên Kurdistanê şermezar kirin.
Mîtîng piştî xwendina belavoka bi zimanê Elmanî, qediya.
Li Bonnê jî xelk li qadan bûn
Desteserkirina şaredariyên Kurdistanê li bajarê Bonn û ê Elmanyayê jî hat şermezarkirin.
Çalakger li ber avahiya saziya çapemeniyê ya Elmanya Deutsche Welle li hev civiyan, wêneyên Ocalan û alên YPG’ê hildan. Çalakgeran bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê.
Di çalakiyê de dirûşma “Dest nede vîna min” hat qîrîn û dosyayek li ser qirkirin, dagirkirina Rojava û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan radestî nûneran hat kirin.
Nûnerên Deutsche Welle jî ragihandin, ku ew ne xerîbê bûyerên li Kurdistan û Tirkiyeyê ne û gotin ew ê vê dosyayê bi hevalên xwe re binirxînin û li gorî wê yekê di bulteneke berfireh de nîşan bidin.
NAVENDA NÛÇEYAN