Komkujiya li Enqerê pêk hat li Elmanya, Hollanda, Fransa, Awustûrya, Swîsre, Swêd, Fînlandiya, Danîmarka û gelek navendên din ji aliyê Kurdan û alîgirên aştî û demokrasiyê ve hatin şermezarkirin.

SAARBRUCKEN: Komkujî, li bajarê Elmanya Saarbruckenê jî hat protestokirin. Bi sedan kesên pêr saet di 17:00 de li ber Europa Galerî civiyan, tevî desteka welatiyên Elman, komkujiya li Enqereyê şemrezar kirin. Di axaftina li ser navê pêkhateyên HDP'ê de hat ragihandin ku komkujî ji aliyê AKP'ê ve hatiye kirin û banga bilindkirina têkoşînê hat kirin.

BREMEN: Tevkujiya li Enqereyê, li bajarê Elmanya Bremenê bi meşeke girseyî hat protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ên li komeleya Bratî e.V. civiyan, heta  îelwall meşiyan. Bi hezaran kesan di meşa heta ber parlamenta eyaleta Bremenê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Bimire faşîzm" qîriyan. Di çalakiyê de bang li dewletên Ewropayê hat kirin ku nebin hevparê komkujiyan û ji bo pêşîgirtina li sûcên li dijî mirovahiyê, hişyarî zextê li AKP'ê bikin."

NURNBERG:
  Komkujiya Enqereyê li bajarê Nunberg ê Elmanya bi meşekê hat protestokirin. Meşa li pêşiya Korenzkîrche destpê kir bi tevlîbûna hêzên demokratîk, şoreşger, çepên Tirkiyeyî yên Nurnbergê, rêxistinên çepên Elman, partiya çep pêk hat. Di axaftina li ser navê HDP Nunbergê de wiha hat gotin: “Vê komkujiya, hêzên êrîşê yên taybet ên AKP’ê plan kirin. Çawa Roboskî, Amed, Edene, Mersîn û gelek bajarên Kurdistanê bi plan di nav xwînê de hiştin, her wiha Enqere jî bi heman şewazî plan kirin û xwîn lê herikandin.” Di meşê de gelek partiyên siyasî û nûnerê rêxistinan axivîn. Di meşê de dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Li hember faşîzmê mil bi mil”, “Bijî Piştevaniya Navneteweyî”, “Bijî Rojava”, “Lêxe gerîla lêxe, zaliman bin erdê xwe” hatin gotin.

KOLN:
Li bajarê Kolnê yê Elmanya, bi meşeke girseyî komkujiya Enqereyê hat protestokirin. Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tûncel di mîtîngê de got, ew qetlîamkeran baş nas dikin û AKP û Erdogan van kujeran diparêzin. Qederê 5 hezar kesî li Meydana Ebertê kom bûn ber bi Meydana Frîsen ve meşiyan. NAV-DEM, AABF, MLKP, ATÎK, Kaldiraç, PYD, ADHK, BÎR-KAR, PARTÎZAN, AGÎF PARTÎZAN û komên anarşîstên Elmanya jî tê de gelek sazî û dezgeh tevlî çalakiyê bûn. Çalakvan gelekî bi hêrs bûn û dirûşmên, “Qatil Erdogan”, “Em şehîdên Enqere ji bîr nakin”, “Bimire faşîzm” gotin.

BÎELEFELD: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Elmanya Bîelefeld û derdora wê dijîn, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Enqereyê ya li hemberî aştîxwazan, çalakiyekê lidar dixin. Çalakiya şermezarkirinê ya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve tê organîzekirin, saet di 16:00 de li Jahnplatzê pêk tê.
Rayedarên Navendê bang li Kurdistaniyên li herêma Bîelefeldê dijîn kir, ku beşdarî çalakiyê bibin.
   
DUISBURG: Li navenda Çanda Elewî Bektaşî ya li Marxloh a bajarê Elmanya Dûîsbûrgê, li ser hilbijartinê panelek aht lidarxistin. Di panela ku Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sebahat Tûncel weke qiseker tevlîb bû de, zêdeyî 200 kes amade bûn. Panel bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, destpê kir. Axaftina destpêkê ji aliyê Serokê Navenda Çandê ya Elewî Bektaşî Denîz Guner ve hat kirin.
Guner got, "Dil dixwest îro bi hestên cuda dest bi vî karê xwe bike, lê mixabin em rastî komkujiyê hatin" û bal kişand ser berpirsyariya dewletê.

FRANKFURT: Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê jî bi hezaran Kurdistanî û dostên wan komkujiya li Emqerê şermezar kir. Kurdistanî li Bockenheimerwarte kom bûn û meşeke protestoyî ber bi Hauptwache li dar xistin. NAVDEM û Hevkariya Hêzê y Demokratîk a Frankfurtê bi hev re meş organîze kir. Li ser navê NAV-DEM´ê Vildan Dirlik got, gladio ji nû ve ketiye dewrê. AABF, Komeleya dijberên qirkirinê, HDHK, Jina Nû, Birbar, Meclîsa Jinê Amara, Aveg-Komê jî destek dan çalakiyê.

BERLÎN:
Bi banga NAV-DEMa Berlînê bêhtirî 4 hezar kesî li paytexta Elmanyayê li Hermannplatzê civiyan.  HDP Berlin, Komîteya Piştgiriya Kurdistanê, Civaka Elewî ya Berlînê, AGÎF, ATÎK, DÎDF, ODP, AABF, SDP, KYKP, ADHF, Antifa,parlmenaterê Die Linke Hakan Taş jî destek dan çalakiyê: tarafından desteklendi. Di çalakiyê de pankarta “Texrîdkirina Öcalan tecrîdkirina aştiyê ye" hat hilgirtin û beşdaran îşaret bpê kir ku dewletê ev komkujî pêk aniye. Çalakî bi mîtînga li Meydana Oranienbi dawî bû.

Li Franseyê AKP hat rûreşkirin
Komkujiya Enqereyê li paytexta Franse Parîsê bi tevlîbûna hezaran kesî hat protestokirin. li bajarên Franseyê Marsîlyayê, Rouen, Strasbourg û Montpeillier jî komkujiya li Enqerê hat şermezarkirin. Di çalakiyan de rola Erdogan û hikûmeta AKP´ê di komkujiyan de bi sloganan, pankart û belavokan hat rûreşkirin.

Li Danîmarkayê
hêrsa li dijî komkujiyê

Şeva ji bo piştgiriya Rojava ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Danîmarkayê û Komeleya Jinên Kurd a Kurd ve hat plankirin, ji ber komkujiyê hat betalkirin û li şûna şevê, civîna gel hat lidarxistin. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, Berpirsyarê Têkiliyên Derve ya Partiya Yekîtiya Kesk Sor Nîkolaj Vîllûmsen û ji serokên berê yên Şaredariya Kopenhagenê Vîllo Sîgurdsson weke qiseker amade bûn. Hemû beşsdaran komkujî û kirarên wê şermezar kir.

Li bajarên Swêdê dilsoziya
bi şehîdên aştiyê re

Komkujiya li Enqereyê li gelek bajarên Swêdê hat protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ên li Gävle, Orebroyê xwepêşandanên girseyî organîze kirin û komkujî û kirarên wê şermezar kirin. Di çalakiyan de nûnerên Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd ên li herdu bajaran û partiyên Swêdî îşaret bi siyaseta AKP´ê kirin û weke berpirsiyar îşaret bi Erdogan û AKP´ê kirin.

Kurdistaniyan li Holenda
AKP şermezar kir

Li bajarên Holendayê Den Haag, Amsterdan û Venloyê Kurdistaniyan û dostên wan tevahiya xebatên xwe yên ji bo hilbijartinan veguherandin şermezarkirina terora AKP´ê. Di mîtînga li Den Haagê de parlamenterê HDP’ê yê Amedê Altan Tan ji ber komkujiyê got: “Yên biratî û aştiyê dixwazin; Kurd, Ereb, Sunî, Elewî, sosyalîst, oldar, demokrat bila serê her kesî sax be.” Li Amsterdanê jî sloganên “Qatil Erdogan”, “Terorîst Tirkiye”, “Wê Kurdistan ji Faşîzmê re bibe goristan” deng vedan.

Hêrsa ji êrîşê li Swîsre
Li bajarên Swîsreyê Zurîx, Cenevre û Baselê çalakiyên şermezarkirina komkujiya li Enqerê hebûn. Di çalakiyên bi pêşengiya Navendên Civaka Demokratîk a Kurd a Swîsre (DEM-KURD) û Tevgera Jinan a Swîsre de bi heyaran kes amade bûn. Li Yurîxê 5 hezar kesî terora AKP´ê rûreş kir. Li Cenevre jî Kurdistanî li pêşiya avahiya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bûn.

Li Awustûrya, Fînlanda û
Awûstralyayê jî çalakî hebûn

Li bajarê Awûstûryayê Grazê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd de Kurdistaniyan û dostên wan komkujiya li Enqereyê protesto kirin. Bi sedan kesên di mîtînga li Meydana Grîesplatz amade bûn
Li paytexta Fînlandiyayê Helsînkî jî Komploya 9’ê Cotmehê û komkujiya li Enqerê hat şermezarkirin. Komek ciwan ji nava xwepêşandaran ber bi Konsolosxaneya Tirk ve meşiya, kevir û hêk avêtin avahiyê û komkujiya Enqereyê protesto kirin.
Li bajarê Awûstralyayê Sydneyê komkujiya li Enqereyê ji aliyê sedan kesan ve hat protestokirin. Ciwanan bi awayekî sembolîk xwe li erdê dirêjkirin, berdilkên xwe bi rengê sor boyax kirin.

 NAVENDA NÛÇEYAN