Komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîd li Swêd û Fransayê hate protestokirin.
Li bajarên Gavle û Goteborgê yên Swêdê û li bajarê Rennesê yê Fransayê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin.
GAVLE: Li Gavleyê Kurdistanî û dostên wan li pêşiya lokala Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Gavleyê hatin ba hev û ji bo protestokirina komplo û tecrîdê posterên Ocalan û alayên PKK, KCK, YPG, YPJ’ê hildan û dest bi meşê kir.
Li ser rê ji bo şermezarkirina bêbextiya navneteweyî belavok hate belavkirin û bi sloganên ‘Bijî Ocalan’, ‘Azadî ji Ocalan re’ hatin Qada Radhûsê.
Li vê meydanê li ser navê hevserokatiya NCDK´ê Muazzez Batte axivî û diyar kir ku bi berxwedana Ocalan û gelê Kurd, komplo hatiye pûçkirin û gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê gelek destketî misoger kirine.
GOTEBORG: Li ser banga Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Azad ciwanên Kurd li Meydana Gotaplatsenê hatin ba hev û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwepêşandaneke bi meşale li dar xistin.
Ciwanan bi sloganan dewleta Tirk şermezar kir û heta bi Parka Brûnnê meşiyan.
RENNES: Li bajarê Rennesê yê Fransayê bi sedan kes hatin ba hev û komploya navneteweyî ya 9´ê Cotmehê û tecrîd protesto kirin. Meşê ji Place du Colombierê heta Meydana Rebupliqueê dewam kir û sloganên ‘Bijî Serok Apo’ hatin gotin. Di çalakiyê de bi hezaran belavok hatin belavkirin.