Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwedîderketina li greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, meş û mîtîngek hate li darxistin. Girseya gel li meydana Canebiereyê civiya û dirûşmên “Erdogan kujer e”, “Azadî ji Ocalan re” û “Em hemû Ocalan in” gotin.

Di çalakiyê de berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin û bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) hate kirin ku tavilê biçe Îmraliyê. Qisekeran bal kişandin ser gefên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku Kurdên li Ewrûpayê wê li pêşberî komkujiyên li Rojava û Bakurê Kurdistanê bêdeng nemînin û li cihê cih berxwedana xwe mezin bikin.

Ocalan îradeya  milyonan e

Kurdistaniyên li paytexta Swêdê Stockholmê, jî bi heman armancê çalakî kirin. Li vir Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Swêdê Ridvan Altûn peyivî û got, “Tecrîdkirina Ocalan ne ya qebûlkirinê ye ji ber ku Ocalan temsîla îradeya bi milyonan Kurdî dike. Altûn bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên dagirkirina Rojava û bang li gelê Kurd û dostan kir ku li dijî vê yekê bikevin nava liv û tevgerê.

Bi erkên xwe rabin

Kurdên li bajarê Toronto yê Kanadayê jî ji bo destekê bidin Leyla Guven û hemû berxwedêrên grevên bircîbûnê, daxuyaniyek da çapemeniyê. Çalakî ji aliyê Navenda Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê ve hate organîzekirin. Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku bi erk û berpirsyariyên xwe rabe. Kurdistaniyan piştî daxuyaniyê belavok belav kirin û ragihandin ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN