Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navendên girîng ên Ewropayê bi çalakiyên cihereng  hate şermezarkirin.

KÎEL:  Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Kîel ê Elmanyayê dijîn, li meydana Asmûs Bremerê li hev civiyan û têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok belav kirin. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li vê derê axaftin hat kirin û hat ragihandin, heta tecrîd bê rakirin wê çalakiyên xwe bidomînin. 

DUSSELDORF: Ciwanên Apoyî pankarteke mezin a bi nivîsa “Em ê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rakin” bi pira Rheînknîe ya Dusseldorfê ve kirin. Ciwanan diyar kirin, heta tecrîd bê rakirin ew ê li qadan bin. Ciwanan her wiha biryarên kongreya 5. a Komalên Ciwan jî silav kirin.

MAÎNZ: Endamên Ciwanên Azad, li bajarê Maînz ê Elmanyayê pankartek bi nivîsa “Freîheît fur Ocalan-Ji Ocalan re Azadî” vekirin û bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” heta navenda bajêr meşiyan.

REÛTLÎNGEN: Li bajarê Reûtlîngen ê Elmanyayê, endamên Ciwanên Azad bi şiyara “Ji Ocalan û Kurdistanê re azadî” çalakî lidar xistin. Ciwanan pankartek bi pira li ser rêya B464 ve kirin û tecrîda li ser Ocalan û polîtîkayên qirkirinê yên li Kurdistanê şermezar kirin. Di çalakiyê de banga mezinkirina berxwedanê li ciwanên Kurd hat kirin.

DARMSTADT: Endamên Ciwanên Azad li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê pankarta bi nivîsa “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aştî” ya bi zimanê Elmanî bi pirek li ser rêya navendî ve kirin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kirin.

HANNOVER: Li  Hannover a Elmanyayê jî ciwanan çalakiya pankartê lidar xistin û xwestin Ocalan azad bibe. Ciwanan pankarta bi nivîsa “Ji Ocalan re azadî” bi pira li ser rêya navendî ve kirin.

ROTENBÛRG: Ciwanên Kurd li bajarê Rotenbûrg (Wumme) yê Elmanyayê, ji bo azadiya Ocalan bi sprey û pankartan çalakî pêk anîn. Ciwanan pankarta bi nivîsa “Free Ocalan - Ji Ocalan re Azadî” bi pira navendî ya li ser rêya bejahî ve kirin.

STRASBOÛRG: Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, Tîma Şehîd Erdal Welat, pankart bi pirek li ser rêya navendî ve kir û tecrîda giran şermerzar kir. Di çalakiyê de ciwanan pankarta bi nivîsa “Em ê cîhanek bê Ocalan bi serê we ve biruxînin” a bi zimanê Fransî daliqandin û xwestin derhal tecrîd bê rakirin.

MARSÎLYA: Li meydana Vîeûx-Port a li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo azadiya Ocalan stant hat vekirin. Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan sînevîzyon hat nîşandan û belavok hatin belavkirin. Hunermendên TEV-ÇAND’ê jî stranên xwe yên li ser Ocalan gotin.

LONDON: Li paytexta Îngilîstan Londonê, endamên Ciwanên Azad li ber parlamentê, pankarteke mezin a bi nivîsa “Ji Ocalan re Azadî” ya bi zimanê Îngilîzî vekirin. Pankarta bi 15 metreyan dirêj bi pira Westmînster Brîdge ve hat kirin û bala tûrîstan kişand. Ciwanan dan xuyakirin, ku heta ew agahiyê ji Ocalan bigirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.

INNSBRÛCK: Li bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya Ewropayê hatin şermezarkirin. Çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin li ber avahiya rojnameya Tîrole Tageszeîtûngê pêk hat. Li vir pankarta bi nivîsa “Ji Ocalan re Azadî” hat vekirin û belavok hatin belavkirin. Her wiha dosyayek li ser tecrîdê radestî rêveberên rojnameyê hat kirin.

BÎEL: Li bajarê Bîel ê Swîsreyê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan a Bîelê, Kurdistanî û dostên wan li meydana Bîel Central Platzê li hev civiyan û heta stasyona navendî ya trenê meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Ji Ocalan re azadî”, “Tecrîdê rakin” hatin qîrîn. Çalakgeran piştî daxuyaniyê, dosyayek li ser mijarê radestî rayedarên rojnameyên Tele Bîenne û Bîelertagblattê kirin.

SOLOTHÛRN: Kurdistanî li bajarê Solothûrnê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li navenda bajêr li hev kom bûn û piştî daxuyanî dan çapemeniyê heta navenda civaka Kurd meşiyan. Di çalakiyê de her wiha li ser tecrîda şidandî belavok hatin belavkirin.

BERN: Bi pêşengiya TEV-ÇAND’ê Kurdistanî û dostên wan li ber stasyona navendî ya trenê li hev civiyan û tecrîd şermezar kirin. Di çalakiyê de hunermendên TEV-ÇAND’ê derketin ser dikê û di axaftinên li vir de bang li Kurdistaniyên li Ewropayê hat kirin, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dakevin qadan.

ERÎVAN: Li paytexta Ermenîstan Erîvanê, saziyên Kurd ên li vî welatî civîneke çapemeniyê lidar xistin û tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku ji 5’ê Nîsana 2015’an û vir ve ti agahî jê nayê girtin, şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê Kurdistan Komîte û Şewra Kurdên li Ermenîstanê ve li navenda PEN a Emrenîstanê hat dayîn. Tevî nûnerên saziyên Kurdan, gelek nivîskar û rewşenbîr jî di civînê de amade bûn.

Serokê Şewra Kurdistanê Kinyasê Hemîd daxuyanî da çapemeniyê û bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û welatên Ewropayê kir, ku dawî li vê rewşa xwe ya bêdeng bînin û zextê li dewleta Tirk bikin, ku rê li ber hevdîtina bi Ocalan re bê vekirin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN






Bi awayekî xurt beşdar bibin


Bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi daxwaza azadiya wî, KCDK-E ji bo meş û mîtîngên 13’ê Tebaxê (sibe) ku li gelek bajarên Elmanya, Swîsre, Fransa, Swêd, Yewnanîstan, Awûstûrya, Belçîka û Hollanda wê bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Dîwana Serokatiya KCDK-E daxuyaniyek nivîskî weşand, bi bîr xist ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 17 sal in li sîstema tecrîdê ya Îmraliyê dîl hatiye girtin, ji 24’ê Tîrmeha 2011’an ve hevdîtina bi parêzerên wî re tê astengkirin, ji 5’ê Nîsana 2015’an ve jî destûra hevdîtinên malbat û heyetan nayê dayîn, agahî nayê girtin û piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê jî têkîldarî ewlehiya canê wî fikar ên mezin hene.

KCDK-E da xuyakirin ku di vê merheleyê de ji bilî hevdîtinên bi malbat, parêzer û heyetan re ti rêyên din nîne, bang li her kesên ku alîgirên aştî, azadî, demokrasî û mirovahiyê ne kir ku xwedî li Ocalan derkevin.

Her wiha bang li jinên ciwan, ciwanan û gelê Kurd, tevahî sosyalîst, gelên şoreşger û hêzên demokrasiyê kir ku bi ruhê serhildanê li qadan bibin hêza çalakiyek mezin.

KCDK-E, ji bo çalakî, meş û mîtîngên 13’ê Tebaxê ku li gelek bajarên Elmanya, Swîsre, Fransa, Swêd, Yewnanîstan, Awûstûrya, Belçîka û Hollanda wê bên lidarxistin, bi şêweyekî teqez û bêsînor bi şîara “Em xweseriya demokratîk ava bikin, azadiya Serok Apo û gelê Kurdistanê teqez bikin” banga tevlîbûnê kir.