Gelê herêma Efrînê li hemberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya Artêşa Tirk, daket meydanan û hêrsa xwe nîşan da. Li herêma Raco ya ser bi Efrînê, bi sedan welatî li pêşiya Navenda Tenduristiyê kom bûn û xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandêran pankartên li ser wan nivîsandî “Em dixwazin şandeyeke serbixwe biçe Îmraliyê”, “Sond, em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û azad bijîn”, “Azadiya Rêber Apo azadiya gelan misoger dike” û “Lanet li komploger û xayînan were” rakirin.

Li vir alên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Kongreya Star, Tevgera Civaka Demokratîk, Yekîtiya Ciwanên Rojava û wêneyên Ocalan hatin hilgirtin.

Xwepêşandanê bi durişmeyan dilsoziya bi Ocalan re ji pêşiya Navenda Tenduristiyê dest pê ki û di nava kolanên sereke yên Racoyê re derbas bû û herî dawî li Meydana Newrozê sekinî.


Bêbextî li dijî tevahiya mirovahiyê bû

Li Meydana Newrozê, li ser navê TEV-DEM’ê Dîlber Cûdî axivî û komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan weke kiryareke li dijî tevahiya mirovahiyê bi nav kir.

Dîlber Cûdî anî ziman ku di dîroka Kurdan de gelek komplo pêk hatine û hertim gelê Kurd ji azadî û jiyana xwe hatiye tecrîdkirin.

Piştî axaftinan dirûşmên ji bo azadiya Ocalan hatin gotin.


Şera û Meydankê jî got em rê nadin dagirkeran

Ji welatiyên navçeyên Şera û Meydankê jî bi sedan kes rabûn û li navçeya Meydankê xwepêşandanek organîze kirin. Rêveber û nûnerên saziyên civaka sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî beşdarî çalakiyê bûn.

Di xwepêşandanê de alên TEV-DEM, YPG, wêneyên Ocalan hatin hilgirtin û pankartên li ser wan nivîsandî “Em ji civaka navneteweyî dixwazin ku tecrîda li ser Rêber Apo rake” hatin nîşandan.


Ji dagirkeriya Tirkiyeyê re na

Şêniyên Şera û Meydankê bi kal, pîr, jin, mêr û ciwanên xwe bi yek dengê gotin “Bêyî Serok jiyan nabe. Ji dagirkeriya Tirkiyeyê re na.”

Xwepêşandêr piştî ku di nava gundên navçeyê re derbas bûn, dîsa vegeriyan navçeyê û li ber Gola Meydankê sekinîn.

Piştî rêzgirtinê, Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê, Osman Şêx Hesen peyivî û tecrîdkirina Ocalan şermezar kir.

Osman Şêx Hesen got, “Hewcedariya welêt bi fedekariyê heye. Lehengên Rojava wê nehêlin ku kes derbasî xaka pîroz bibe. Yên ku hewl bidin derbas bibin, em ê destê wan bişikînin. Peyama me ji hemû dagirkeran re ev e. Divê her kes zanibe Rojava li pey xeta şehîdên xwe ye. Eger dagirkeriya Tirk hewl bide derbasî herêma Efrînê bibe em ê Efrînê bikin goristana wan.”

Şêx Hesen axaftina xwe wiha bi dawî kir “Em li her çar aliyên Kurdistanê û tevahiya cihanê seferberiyê ragihînin. Ji bo serokê me çi pêwîst be em ê bikin.” 


ANHA / EFRÎN