HES'a Ayrancilar a ku ji aliyê Muradiye Elektrîk Enerjî Uretîm A.Ş. ve hate çêkirin salê 168.96 GWH enerjiyê dê çêbike û bi salan xebatên wê bi awayekî dijzagonê berdewam kirin. HES'a Ayrancilar berê ji aliyê Şaredariya Bêgiriyê ve bi hinceta bêruxset bû hate morkirin û ligel vê yêkê rayedarên şîrketê mor jê kirin û xebat berdewam kirin û bi wî awayî projeya HES'ê temem bû. Şaredariya Bêgiriyê destûr neda pirsa dixwastin di sala 2011'an de li ser heman çem çêbikirin û welatiyên gundan ji bo HES neyê çêkirin serî li Dozgeriya Bêgiriyê dan. Texrîbata HES'ê ya daye xwezayê bi salan li ber çavan nehate û daxwaznameya gundiyan dayî jî nehate bikaranîn.
Dê bi çalakiyan şermezar bikin
Hawirdorparêzan diyar kir ku wê bi temeî herîkîbûna xwe wind bike û dê di 25'ê adarê de HES bê protestokirin. Çalakiya protestoyî dê bin pêşengiya Komîsyona Ekolojî ya KCD'ê û ÇEV-DER'ê dê pêk bê.
Serokê Komeleya Hawirdorê (ÇEV-DER) Alî Kalçik diyar kir ku HES'a Ayranci zirarê dide Sulava Bêgiriyê û HES'ên li herêmê hatin çêkirin ji bilî zirarê tu fêdê wan tuneye. Berdevkê Komîsyona Ekolojî ya KCD'ê Fatîh Şahîn jî diyar kir ku ji ber ava can neda çem û heriya di hewzeya HES'ê de kombûyî texbîrbata xwezayê zêdebûye.
WAN