Saziyên Şengalê: Dadgeheke navneteweyî ji bo kesên sûcdar û hevkarên wan were avakirin. Şandeyeke taybet a Êzîdiyan û xwediyê qurbaniyan û yên ziyan li wan bûne li vê dadgehê amade bin.

Saziyên Şengalê bi civîneke çapemeniyê daxwaz kir ku çeteyên DAIŞ‘ê bên dadgehkirin û li dadgehê nûnerên Êzîdiyan jî amade bin.

Li ber avahiya Meclîsa Xanesorê ya Demokratîk a Şengalê, saziyên Şengalê, Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan (PADÊ), Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) û  Meclîsa Demkî ya Şengalê daxuyanî dan. Van saziyan bi hev re daxwaz kir ku çeteyên DAIŞ‘ê yên ji aliyê QSD’ê ve dîl hatine girtin, werin dadgehkirin. Wan xwest ku di dema dadgehekirinê de her wiha nûnerên Êzîdiyan jî amade bin.

Sûcên herê mezin kirin

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Hisên Hecî ve hat xwendin. Hisên Hecî got, “Li Şengalê û deşta Nînova ji aliyê Çeteyên DAIŞ‘ê ve di 3’yê Tebaxa 2014’an de civaka me ya Êzîdî rastî êrişeke herî hov hat. Piştî hilweşandina sîstema parastina Iraqê û hêzên Kurdî yên berpirs, bi parastina wê herêmê, çeteyên DAIŞ bi nasnameyên xwe yên cur bi cur ji biyaniyan û Ereban û di nav wan de Iraqî û xelkê Sûrî jî bi ser me de hatin. Wan dest bi qetilkirin û girtina welatiyên pêkhateya Êzîdî û hindikahiyên olî yên cuda kir. Sûcên herî mezin li dijî mirovahiyê kirin. Wan dest bi dizî, talankirina mal û milkê welatiyan kir. Pîrozgehên me teqandin û hilweşandin. Bi sed hezaran pezên me, terşên talan kirin, birin. Piştî bêdengiya civaka navneteweyî û hikûmeta Iraqê, çeteyên DAIŞ’ê dest bi êşkencekirin û revandinê kir. Jin û mêr ji hev qût kirin. Xorten temenê wan ji 13 salan zêdetir be, qetil kirin. Zarokên temen piçûk şandin eskeriyê. Perwerdeya eskerî, îdeolojîk dan wan û şûştina mejî li ser wan ferzkirin. Ji bo ku wan bibin şer. Herwiha li bazaran jin û zarok firotin.”

Dadgehek li Iraqê

Di daxuyaniyê de hat gotin, piştî bi 5 salan di ser komkujiyê, fermanê û van sûcên li dijî mirovahiyê, heta niha bi hezaran keç û xortên civaka Êzîdî yên ku DAIŞ‘ê ew dîl girtin, wenda ne û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em daxwazê ji hikûmeta Iraqê, civaka navneteweyî, Dadgeha Iraqê û Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku ev kesên ku bûne sedema van bûyeran li gorî yasa û destûra Iraqê werin cezakirin. Mafên mexdûran were dayîn.

Dadgeheke navneteweyî ji bo kesên sûcdar û hevkarên wan were avakirin. Ew bêne dadgehkirin.

Bi amadebûna şandeyeke taybet a Êzîdiyan û xwediyê qurbaniyan û yên ziyan li wan bûne û bûne mexdûr li van dadgehkirinan.

Ew çeteyên ku di nava Iraqê de sûc kirine, li dadgehên Iraqê werin dadgehkirin.”

Saziyan ev daxwaz pêşkêşî hikûmeta Iraqê, Koalîsyona Navneteweyî û Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kirin.

 

ROJNEWS / ŞENGAL