Ku insan li kolanan bidîtana, gule li wan direşandin. Em 8 malbat di malekê de bûn, lê me qet malên xwe neterikandin. Nan û av tune bû lê me qet serê xwe netewand û me li ber xwe da.
Li navçeya Cizîrê di ser êrişa dewleta Tirk a li dijî Berxwedana Xwerêveberiyan re 3 sal derbas bûn. Di êrişa dewleta Tirk de hingê gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dabû û di sarincan de cenaze hatibûn veşartin. Dayika Saît Çagdavul ê jiyana xwe ji dest dayî, Gurbet Çagdavul got: “Yê ew êş bi me da kişandin, em ê ji bîr nekin. Sotîna nav dilê me venamire.”
Li navçeya Şirnexê Cizîrê, di navbera 4 û 12’ê Îlona 2015’an de bi “qedexeya derketina kolanan” a pêşî, dewleta Tirk êrişa li dijî xwerêveberiyê da destpêkirin. Di ser vê yekê re 3 sal derbas bûn. Li taxên Cûdî, Nûr û Yafesê bi boneya esker û polîsan çekên giran bi kar anîbûn, rûxandineke mezin li mal û kargehên taxan pêk hat.
Bîranîna hingê zindî ye
Bûyer û êrişên dewleta Tirk weke ku nû qewimîbin, hêj di bîra gel de zindî ne. Di êrişa pêşî de li navçeyê zarok jî di navê de 21 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûbûn.
Ji van 21 kesan hin kes bi gulebarana bi maşîneyên zirxî û hin kes jî ji ber xwînjêçûyînê, lewma rê ber bi nexweşxaneyan ve jî girtî bûn. Hingê rayedarên hikûmetê welatiyên sivîl wek “terorîst” îlan kirin û ji ber rê girtîbûn welatî neçar man cenazeyên xwe di sarincan yan jî li mizgeftan veşêrin heta ku qedexe rabû. 5 welatî di rojên qedexeya êrişa pêşî de û 16 welatî jî piştî rakirina qedexeyê hatin veşartin.
Ji 35 rojî heta 80 salî 21 canên Cizîrê
Welatiyên sivîl ên di vê êrişa pêî de jiyana xwe ji dest dayî ev in ku di nava wan de pitika 35 rojî û kalemêrê 80 salî jî hene: “Mehmet Emîn Levent (21), Haci Ata Borçîn (70), Gadban (Xetban) Bulbul (78), Saît Çagdavul (19), Muhammed Tahîr Yaramiş (35 rojî), Cemîle Çagirga (13), Osman Çagli (18), Îbrahîm Çîçek (80), Meryem Sune (53), Ozgur Taşkin (17), Seyît Eşref Erdîn (59), Zeynep Taşkin (18), Maşallah Edîn (35), Mehmet Saît Nayci (17), Selman Agar (10), Bunyamîn Îrcî (14), Mehmet Dokmen (71), Bahattîn Sevînîk (50), Suphî Saral (50), Mehmet Erdogan (75) û Şahîn Açik (70)”
Mala me xera kirin Lê me li ber xwe da
Dayika Saît Çagdavul, Gurbet Çagdavul a kurê wê di qedexeyê de jiyana xwe ji dest dayî, behsa wan rojên qedexeyê kir: “Tiştên me di filman de didîtin, bi serê me de hatin. Mala me xera kirin. Em tî û birçî hiştin. Armanca wan ew bû ku gel taxên xwe biterikîne. Ji kîjan kolanê deng bihata, ew kolan gulebaran dikirin. Heron li ser malên me digeriyan. Ku insan li kolanan bidîtana, gule li wan direşandin. Em 8 malbat di malekê de bûn, lê me qet malên xwe neterikandin. Nan û av tune bû lê me qet serê xwe netewand û me li ber xwe da.”
Li mirî û zindiya bû xezeba zaliman
Çagdavul anî ziman ku tişta herî wê bi bandor kir kuştina kurê wê ya li ber deriyê wan bû: “Weke ku dinya bi ser serê min de bê xwarê. Ez beziyam ser cenazeyê kurê xwe, lê hêj gulebaranê dewam dikir. Me ne cenaze didît û ne jî me dikaribû bibin mizgeftê. Miriyên me di destên me de mabûn. Em neçar bûn cenazeyan bibin malên xwe. Bi zor û belayê me cenaze danî mizgeftê. Êvarê cenazeyên me bêkes diman. Ji ber gulebaranê me nikarî li mizgeftê bimînin.”
Em ê ji bîr nekin hesab wê bê pirsîn
Çagdavul got ji ber av tunebû nikaribûn cenazeyê kurê xwe bişon û wiha peyivî: “Em ê ti carê ji bîr nekin. Yên ev êş bi me da kişandin, em ê ti carî ji bîr nekin. Helbet em ê rojekê hesabê vê yekê bipirsin. Cizîr bû şahidê gellek êşan û ev êş hemû di nav dilê me de ne. Berê, kêf û şahî li Cizîrê hebû. Lê niha xemgînî heye. Polîs û esker hêj zextan li gel dikin. Êşa me wek a roja ewil teze ye. Wê ti demê ev agir di dilê me de venemire. Ne em û ne jî zarokên me dê wê hovîtiyê ji bîr nekin. Em ê wek gel yekîtî û hevgirtina xwe xera nekin.”
MA/ŞIRNEX