KCK’ê Ayaz û Irmak ên li Silêmaniyeyê hatin qetilkirin bi bîr anî û diyar kir, “Divê gelê Kurd zanibe ku PKK di heman demê de tevgera cezakirina xiyanet û dijminatiyê ye. Lewma wê teqez hesab ji kujerên hevalên Cemîl û Demhat bê pirsîn.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê Seyîtxan Ayaz (Demhat Agît) û Eser Irmak (Cemîl Amed) ên li Silêmaniyeyê hatin qetilkirin daxuyaniyek weşand.
Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:
“Dewleta Tirk bêyî guh bide hiqûqa navneteweyî û nirxên mirovahiyê li Federasyona Başûrê Kurdistanê û li qadeke dewleta Iraqê bi balafirên bêmirov ên çekdar du şoreşger qetil kir ku endamên Konseya Rêveber a KCK’ê bûn. Bi dijminatiya xwe ya li Kurdan cînayeteke din a li dijî mirovahiyê kir. Em hevrêyên xwe endamê Komîteya Têkiliya Derve Demhat Agît (Seyîtxan Ayaz) û endamê Komîteya Tenduristiyê Cemîl Amed (Eser Irmak) bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk biafirînin ku hesreta wan bû.
Divê Kurd û hêzên siyasî helwest nîşan bidin
Ev êriş ne tenê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd e, di heman demê de li dijî rêveberiya Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye. Par li Şengalê Mam Zekî yê Êzidiyan bi êrişeke hemanawayî hatibû qetilkirin. Di sala 2013’an de li Fransayê sê jinên şoreşger hatibûn qetilkirin. Di van êrişan hemûyan de tiliya rêxistina îstîxbaratê ya Tirk MÎT’ê heye. Lewma MÎT veguheriye rêxistineke kuştinê ya dijminê Kurdan.
Êrişa dewleta Tirk a li dijî Rojava û êrişa li Silêmaniyeyê dijminatiya wê ya li dijî Kurdan careke din raxistiye pêş çavan. Divê gelê Kurd û hêzên siyasî vê rewşê bibînin û li dijî dewleta Tirk a ku serkêşiyê ji dijminatiya Kurdan re dike helwestê nîşan bidin. Eger ev êriş tenê weke êrişên li dijî PKK’ê bê dîtin nêzîkatiyeke bi vî rengî wê ji bo Kurdan bibe xefleteke dîrokî. Divê Kurd metirsiyê bibînin û li gorî vê yekê helwestekê nîşan bidin. Kurdên ku bi êrişa dewleta Tirk a dijî Rojava metirsî dîtin divê bi êrişa li Silêmaniyeyê re li dijî dewleta Tirk hîn bêhtir têbikoşin ku ev yek wezîfeyeke dîrokî ye.
Divê dewleta Tirk ji Başûr were derxistin
Êrişa li Silêmaniyeyê eşkere kiriye ku MÎT’ê xwe li Başûrê Kurdistanê pir zêde bi rêxistin kiriye. Ev rewş ji bo rêveberiya Başûrê Kurdistanê lawaziyeke mezine. Li ti welatekî rêxistineke îstîxbaratê ya hêzeke derve xwe di vê astê de bi rêxistin nekiriye. Rêxistinbûna MÎT’ê ya di vê astê de xwe ferz dike ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê dest li rewşê werde. Ne tenê rêxistinbûna MÎT’ê, her wiha hebûna baregehên leşkerî yên dewleta Tirk ên li gelek herêman ji bo Federasyona Başûrê Kurdistanê gefeke mezine. Baregehên leşkerî yên dewleta Tirk û tevna rêxistinbûnê ya MÎT’ê êriş û destwerdana li îradeya Federasyona Başûrê Kurdistanê ye. Dem hatiye ku gelê Kurd, hêzên siyasî û rêveberiya federasyonê van hêzan ji Başûrê Kurdistanê derxînin.
Rêveberiya Başûrê Kurdistanê zane ku MÎT’ê xwe bi xurtî di nava PDK û YNK’ê de bi rêxistin kiriye. Bi rêya rêxistinbûna MÎT’ê û têkiliya bi sîxurên xwecihî bi dehan gerîla hatin qetilkirin. Êrişa li Silêmaniyeyê jî hebûna sîxurên xayîn ên xwecihî nîşan dide. Gelê me yê welatparêz ê li Başûrê Kurdistanê hebûna xayinên bi vî rengî qebûl nake. Divê gelê Kurd zanibe ku PKK di heman demê de tevgera cezakirina xiyanet û dijminatiyê ye. Lewma wê teqez hesab ji kujerên hevalên Cemîl û Demhat bê pirsîn. Eger dewleta Tirk li her deverê dijminatiyê li gelê Kurdistanê dike hingî hêzên me yên azadiyê jî wê li her deverê kujer û dijminên Kurdan ceza bike.”
ANF/BEHDÎNAN