Îş Bankasî wek hincet diyar kiriye ku, bêyî destûra alîkariyê hesab tê bikaranîn. Hevserokê komeleyê Abdûrrahman Kartal jî diyar kir ku, wan têkildarî mijarê pêvajoya huqûqî daye destpêkirin û dest nîşan kir ku bi vî awayî xebatên wan tên astengkirin. 
Kartal ragihand ku, hem maddî û hem jî manewî pêvajoya huqûqî didome û got, ew ê heta dawî mafên xwe biparêzin. 
Kartal dest nîşan kir ku ew ne avahiyeke ku tenê xwedî li kesimekê dikin, ew komeleya alîkariya mirovahiyî ne û wiha axivî: “Dema li Ordûyê hêlan pêk hat jî, em li wir bûn. Li Rojavayê jî em li cem gelan bûn. Komeleya me li cem mirovên ku li Sûr, Cizîr, Silopî, Şirnex û Nisêbînê malên wan hatin rûxandin bû jî. Li kuderê mexdûriyetek hebe, me hewl da em li wir bin. Ji ber xwedîtiyeke wisa, ber bi me ve berhêlîbûnek heye. Dê çi xesara komeleyeke alîkariyê hebe.” 



‘Em ê ji berê bêtir bixebitin’ 


Kartal destnîşan kir ku, ew ê li dijî berpêbûniyên bi vî awayî dest bidin hevdu û hîn bêtir bixebitin û banga hesrtiyariyê li her kesî kir. Kartal diyar kir ku, ew ê dest bidin hevdu û ber bi her kesê ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye ve biçin. 


 DÎLOK