Ev papîrûsa hanê ya ku li British Museumê tê muhafezekirin û pêşandan, weke Papîrusa Matematîkê ya Rhindê tê nasîn û ji beriya serdema me (Beriya Îsa) ji sala 1550 maye. Ev hesabê hanê ne teorîk e, lê di warê îdareyê de pêşniyazên pratîk ji bo çareserkirina hesab û pirsên matematîkê dike. Ango hesabên hejmaran, çareserkirina pirsên matematîkî û awa û formên geometrîk in tiştên ku ew behsa wan dike.
Ev papîrus weke belgeyeke dîrokî jî girîng e, lewma nivîskarê wê dibîje, ew di 33 saliya desthilatdariya Apophis de ango di serdema xanedaniya 15´an a Hîkos de ev belge kopî kiriye (Beriya Îsa 1650-1550) û wî ji ber orjînaleke ji xanedana 12´an (qederê 1985 - 1795 beriya Îsa) girtiye. Di papîrusê de hesabê PÎyê jî hatiye kirin.
LONDON