Qeşaya daîmî ya li qutbên dinyayê ya erdê, êdî dihele. Ev heliyana hanê, berê weke sedema musîbeteke mezin û nedihat texmînkirin, nedihat dîtin. Lê niha xuya ye ku ew belayeke mezin e. Ev erdên daimî qeşa girtî ne tenê li Antartîkayê ne, her wiha li Sibîrya, deverên nêzî Arktîsê ne jî, yên weke Gronland, Alaska û wekî din.

Dema ku NASA´yê ji ezman dît ku peqpeqonk bi ser ava golan dikevin li Sibîryayê û paşê jî li ser golên qeşagirtî, gaza asêmayê hat tesbîtkirin, hingê pisporan serê xwe êşand. Gelekî nekişand, û em pê hisiyan ku gaza metanê ya ku ji ber heliyana erda daimî qeşagirtî ya di binê golan de serbest dibe, derdikeve jor. Ev gaza metanê jî ji CO2 bêhtir têsîra xirab li hewa li hawîrdora me li atmosfera dinyaya me dike. Ango ew ê germbûna global bileztir bike.

Mikrob in lê tesîra wan makro ye

Li gola li Fairbanks a li Alaska jî em van peqpeqongên di bin qeşayê de asêmayî yên metanê eşkere dibînin. Ev golê hanê, ji wan re golên termokarst tê gotin. Maneya wê jî ew e ku li deverên sar û qeşayî de, ji ber gerbûna zemînê qeşa dibinê golan de dihele û vediguhere goleke di bin qeşayê de. Li gorî hesaban gelek ji van golan wê bi temamî bihelin di nava çend deh salan de. Hingê jî karbona di van golan den mihafezekirî ya 40 ta 50 hezar salî wê serbest be, û bibe xwarina mîkroban, ew jî metanê û CO2´yê hildiberînin.

Mesele ew e ku hesabê vê metan û CO2´yê ji bo hesabên germbûna global ên heta niha de nehatibû kirin. Ji ber wê jî em dikarin bibêjin, heliyana erda daîmî qeşagirtî, wê bike ku dinyaya me ji texmînên me û wê de jî bi lez bihele, lewma sala 2050´î muhtemele ev gazên dinyayê germ dikin du qatan zêdetir bên hilberandin.

Herçî tesîrên demên kurt in jî, gelek deverên şên ên ku li ser besterobarên daimî qeşagirtî li Alaskayê ava bûne û ev qeşaya wan niha dihele, bi tehlûkeyên cidî re rûbirû ne.

 

WASHINGTON