Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê di salvegera 8an a komkujiya Roboskî de daxuyaniyek da û got: Komkujiya Roboskî wê neyê jibîrkirin. Hesabê van komkujiyan were pirsîn.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera komkujiya Roboskî daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Artêşa Tirk beriya niha bi 8 salan bi balafirên şer 34 ciwanên Kurd qetil kir ku piraniya wan zarok bûn. Nepêkan e ku mirov cesedên parçebûyî yên li hêstiran hatibûn barkirin ji bîr bike. Em van mirovên xwe yên ji ber êrişa hêzên derveyî mirovahiyê û dijminê Kurdan şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê Kurdistaneke azad û Rojhilata Navîn a demokratîk biafirînin ku wê careke din mirovên me li ser sînor şehîd nebin.

Zarokên gelê me li welatê xwe bi sedan sal in ji aliyê hêzên qirker mêtinger ve bi mîtralyozan, bi bombeyan tên qetilkirin. Zarokên me, ciwanên me, jinên me, extiyarên me yên doh li Dersim, Zîlan, Koçgirî, Pîran, Hênê, Amed û Agiriyê hatin qetilkirin niha li Rojava bi bombeyan tên qetilkirin. Tenê sûcekî wan heye; daxwaza jiyaneke azad bi nasname, çand û zimanê xwe li welatê xwe.

Bi têkoşînê hesab were pirsîn

Ne li Roboskî, ne li Cizîrê, ne li Nisêbînê û ne jî li Sûrê sûcdar wê neyên darizandin. Hesabê van komkujiyan hemûyan tenê bi xurtkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê dikare bê pirsîn. Dema ku Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk hatin afirandin, hingî wê hesab ji van sûcdaran hemûyan hatibe pirsîn. Dema ku Kurdistana azad hate afirandin wê cezayê herî giran li qirkeran bê birîn.

Wê neyên jibîrkirin

Komkujiya Roboskî wê neyê jibîrkirin. Komkujiyên di dema berxwedana xwerêveberiyê de hatin kirin wê neyên jibîrkirin. Yên ku bi fermana ‘jin jî bin zarok jî bin wê ya pêwîst bê kirin’ jin û zarok qetil kirin wê neyên jibîrkirin. Yên li Roboskî hatin qetilkirin, yên li Cizîrê hatin qetilkirin, dayikên Taybet, Cemîle, zarokên li Şehbayê hatin qetilkirin hinceta ji bo têkoşîna Kurdistana azad in. Ji bo bîranîna van şehîdên me wê têkoşîna azadiya Kurdistanê bi biryardarî bê meşandin, bi avakirina Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk wê hesaab ji qirkeran bê pirsîn.”

 

ANF/BEHDÎNAN