Li navçeya Başûrê Kurdistanê Xurmatû ya ser bi Kerkûkê ve lê bi fermî girêdayî parêzgeha Selahaddînê ye ji 12'ê Mijdarê de di navbera pêşmergeyan û milîsên Şîe yên bi navê Heşd El-Şebî de aloziya ku derket holê her 21 kesî jiyana xwe ji dest da.
Ji Welatiyê qezaya Derbendîxan yê bi navê Nerîman Mecîd di derbarê Xurmatû da ji RojNews re axivî û diyar kir ku şerê Heşdî El Şeebî li Xurmatû li hemberî Kurdan dike, sedema wê ya sereke ew e ku; naxwaze Xurmatû dibin desthilatdariya Kurdan de aram be. Mecîd diyar kir ku ger li Xurmatû aramî çêbibe, wê Kurd herî zêde jê sûd werbigirin.
Mecîd bang li aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir û got: “Hemû cure metirsiyên ser axa Kurdistanê bibin yek deng û îrade.”
Partiyên Kurdan li pey pereyanin
Welatiyê bi navê Enwer Elî jî got li Başûrê Kurdistanê partiyên Kurda li pey perayanin û wiha axivî: “Ji bo partiyan niştîmanî û niştîmanperwerî girîng nîne. Hebe yan nebe ne di xema wan de ye.”
Welatiyê binavê Birayîm Ebdullah jî di derbarê milîsên Heşdî El Şeebî de axivî û got: “Li gor min Heşdî El Şeebî Pasdarên Îranê ne. Ji bo wê jî ez dibêjin ger ku Kurd yek bin, wê ti hêz nekaribin wan. Ez ji hemû aliyên siyasî daxwaz dikim dest ji berjewendiyên hizbî berdin û parastina nîştîmanî bigiringî bigirin dest.”
Di wêneyekî fermandarê Heşda El Şeibî yê bi navê Atif Necar ku li Xurmatû ye, tê xuyakirin ku li piştî wî wêneya rêberê Îranê Elî Xaminêyî xuya dike.
RENCE EBDULLAH/ROJNEWS/DERBENDÎXAN