Şerê li Hesekê yê piştî êrişa hêzên rejîmê, dewam dike. Di encama şer de gelek deverên bajêr tên rizgarkirin. YPG dide zanîn ku heta ku bajar bi temamî neyê rizgarkirin, wê ti agirbest bi rejîmê re çênebe. Di şer de doh pirraniya bajêr ji destê hêzên rejîmê hat paqijkirin û li hêzên rejîmê li çend navendan dor hat girtin.

Di operasyona berfireh de ku hêzên YPG’ê pêr bi şev li taxa Xiwêran li dijî hêzên rêjîmê û pêxwasên wê dabû destpêkirin, pirraniya taxê hat rizgarkirin û komek eskerên rejîmê ketin çemberê.

Hêzên YPG/YPJ/Asayîş û hêzên Parastina Civakî (HPC) pêr bi şev li taxa Xiwêran opersyoneke berfireh li dijî hêzên rêjîmê dan destpêkirin. Di encama operasyonê de doh pirraniya taxa Xiwêran ji hêzên rêjîmê hate rizgarkirin.

Di çarçoveya operasyonê de Çerxeriya Basil ku riya sereke ya ketina taxa Xiwêran a ji aliyê Başûr ve ye, Firina Nan, Zanîngeha Firat, Dibistaneke li herêmê ku rêjîmê wekî navend bi kar dianî, Mesref, Miwaselat û piraniya taxa Xiwêran ji hêzên rêjîmê hat paqijkirin.

Eskerên rêjîmê yên ku ji van herêman hatin derxistin, ketin Stadyûma Futbolê ya Basil, Muzexane, Navenda Çandê û Zindana Hesekê yên li Taxa Xiwêran. Leşker li van navendan ketine çembera şervanên YPG’ê û şer û pevçûnên demkî didomin.


Bîlançoya opersyonê

Di encama operasyonê de cenazeyê eskerekî rejîmê ket destê şervanan, her wiha 3 esker dîl hatin giritin. Dîsa 5 bombeyên gazê, 5 motorsiklet, 2 kilêş, 2 rext, doçkayek 14.5, doçkayeke din û 200 guleyên wan ketin destê şervanan. Her wiha 3 eskerên din ên rêjîmê xwe radestî şervanên YPG’ê kirin.


36 eskerên rejîmê hatin kuştin

Li taxên mayî Mesakin û Neşwa Rojhilat jî di navbera şervanên YPG/Asayîş û hêzên rêjîmê de şerê dijwar qewimîn. Di encamê de şervanan gelek herêm ji hêzên rêjîmê paqij kirin. 

Di şerê li taxa Mesakin de kolana Mesakin Mehat ji aliyê endamên Asayîşê ve hate rizgarkirin. Endamên Asayîşê destnîşan kirin ku hejmarek endamên rêjîmê direvin.

Di şerê li taxa Neşwa Rojhilat de endamên Asayîşê û YPG’ê bi pêş ketin û hejmarek avahiyên bilind ku di destê rêjîmê de bûn ji hêzên rejîmê hatin paqijkirin. 

Şer û pevçûn li qadên behsa mijarê hîn jî bi awayekî demkî didomin. Li aliyê din welatiyên sivîl hîn jî ji qadên şer derdikevin. Di şerê pêr û doh de li heman deveran bi giştî 36 eskerên rêjîmê û pêxwasên wê hatin kuştin. 



Henîfe Hisên: Xiwêran û Neşwa hatin rizgarkirin

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Henîfe Hisên da xuyakirin ku taxên Neşwa û Xiwêran ên Hesekê ji hêzên rejîmê hatine paqijkirin.

Henîfe Hisên li ser hesabê xwe yê Twitterê ev agahî weha parve kir: “Taxa Neşwa Rojhilat û Xiwêran bi temamî ji hêzên rejîmê û pêxasên wê hatin rizgarkirin. Destê hevalan sax bin. Êdî hêzên me li milê din ê Çemê Xabûr in”



Li Hesekê 53 eskerên rêjîmê teslîm bûne

Di 16’ê Tebaxê de hêzên rêjîmê û pêxwasên wan êrişî welatiyên sivîl û navendên Asayîşa Rojava kirin. Li ser vê yekê hêzên Asayîşê bersiv dan û şer qewimî. Piştî şer dijwar bû hêzên YPG’ê jî dest werdan şer. Di şer de bi dehan eskerên rêjîmê û pêxwasên wan hatin kuştin. Li gorî agahiyên dawî hejmara eskerên teslîm bûne û dîl hatine girtin jî gihîştiye 53`an.



ANHA/HESEKE