Cenazeyê şervanê YPG‘ê Selman Mihemed bi nasnav Elîşêr ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, li Hesekê û cenazeyê Endamê Tîmên Rakirina Mayînan a ser bi Hêzên Ewlehiya Hundir a Tebqayê, Xalid El-Hemûd (Ebû Ereb) ê ku dema erka xwe ya eskerî pêk dianî şehîd bû, li Tebqayê, hatin veşartin.

Li Hesekê ji bo şervanê YPG‘ê Selman Mihemed li goristana şehîd Dijwar merasîmek hat lidarxistin. Li wir, yek ji fermandarên YPG‘ê Birûsk Hesekê axivî û got, “Şehîdan bi xwîna xwe ya pîroz riya me ronî kir. Wekî YPG‘ê em soz didin ku em xeta wan dewam bikin.”

Piştî axaftinan girseya gel, cenazeyê şehîd Elîşêr bi dirûşmeyan spart axê.

Şehîd çirûska riya azadiyê

Li Tebqayê jî bi dehan şêniyên vî bajarî ji bo veşartina cenazeyê Xalid El-Hemûd (Ebû Ereb) amade bûn. Li goristanê, hevseroka Komîteya Karê Hundir a Rêveberiya Sivîl a Demokrtîk a Tebqayê, Kefa Sencar axivî û got, “Erdoganê faşîst gelê Efrînê kuşt, neçar kir ku dev ji warê xwe berde. Ev yek jî îradeya me xurtir dike da ku em hemû axa xwe ji çeteyan rizgar bikin.”

Her wiha yek ji rêveberên Saziya Karûbarên Olî Ednan Elêwî destnîşan kir ku şehîd çirûsk in ku riya azadiyê ronî dikin.

Piştî axaftinan cenazeyê şehîd bi lîrandin û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hat definkirin.

 

HESEKÊ/TEBQA