
Xebata li radyoyan
Di 14’ê meha tebaxa 1959’an de li ser daxwaza Radyoya Kurdî ya Tahranê vedigere Îranê û ligel orkestrayên cur bi cur li Tahranê kar û xebatên muzîka Kurdî dike. Her wiha carnan li Radyoya Tewrêzê li Azerbeycanê stran gotine. Dûre di sala 1960’î de diçe Kirmaşanê û piraniya karên xwe yên hunerî ligel Orkestraya Radyoya Kirmaşanê bi rêberiya hunermendê mezin ê Kurd Mucteba Mîrzade qeyd dike ku nav û dengê hunera Hesen Zîrek zêdetir ji ber vê yekê belav dibe, lewre ew stranên ku li wir kom kirine wekî şakarên hunera wî têne zanîn. Hesen Zîrek piraniya stranên xwe bi zaravayê kurmanciya jêrîn ango soranî gotine, lê carinan bi zaravayên din ên zimanê Kurdî jî gotine. Her wiha bi zimanê farisî û tirkî jî stran gotine û heta radeyekê zimanê erebî jî zanibûye.
Stranên wî yên komkirî
Hesen Zîrek di sala 1972’yan de di 51 saliya xwe da li bajarê Bokanê xatir ji meriv û dilxwazên xwe dixwaze û diçe ser dilovaniya xwe. Ew li dû xwe arşîveke hunerî ji bo neteweyê xwe dihêle ku bûye çavkaniyeke dewlemend bo hunera xwerû û resen ya Kurdî. Hesen Zîrek stranbêjê herî xebatkar ê Kurdan e ku bi sedan stran li radyo û televîzyonan xistine bin qeydê. Niha piraniya berhemên wî di arşîva enstîtuyên Kurdî û yên ereb û farsan de de hatine hilanîn. Em ji wan enstîtuyan bi hêvîne ku di demên pêş de ew wekî rêzealbumên Hesen Zîrek bên amadekirin. Di albûma yekem Ser Kanî de komek ji stranên wî yên ku dema li Radyoya Bexdayê û li Radyoya Tahran û Kirmaşanê hatine komkirin cih digirin. Hunermendê nemir berî biçe ser dilovaniya xwe xwestibû ku wî Çiyayê Naleşikên veşêrin. Li ser kêla li ser sîngê wî wiha were nivîsandin. Zîrek zor kird xizmetî huner Jînit le pênaw huner birde ser Rojgarit satê be bêxem nebû Belam le huner hîçit kem nebû. Belê hunermendê gewre Zîrek li dû xwe komeke stranên ku nayê jibîrkirin hişt û ji vê dinyayê koç kir. Li ser xwesta wî li ser kêlebera wî ev kurte helbest hat nivîsandin.
AMED