Hunermendê nemir Hesen Zîrek beriya bi 46 salan koça dawîn kir. Zîrekê heta dawiya emrê xwe ji bo muzîka Kurdî xebitî, sala 1921’ê li Bokan a Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Her di ciwaniya xwe de wekî stranbêjekî dest bi stranbêjiyê kiriye, lê belê ji ber mirina bavê xwe mecbûr dimîne ku barê malbata xwe bide ser milên xwe û dev ji stranbêjiyê berdide.

Ji bo kar û xebatê li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê digere ku nav û dengê wî her belav dibe. Her çend nêrîn û dîtinên cihê li ser jiyana wî hene jî mirov dikare bi vî awayî kurteyekê ji jiyana wî pêşkeş bike; Hesen Zîrek di 12 saliya xwe de ji Bokanê derdikeve û diçe bajarê Seqizê.

Di 15 saliya xwe de dîsa vedigere Bokanê, lê pirr li wir namîne û ji bo karekî peyde bike, diçe bajarên Tewrêz û Tehranê. Piştre jî diçe başûrê Kurdistanê û li Silêmaniyê li taxa Dergezên bi cih û war dibe. Her wiha demekê jî dibe mêvanê Kerkûkê û di dawiyê de sala 1953’yan de diçe Radyoya Bexdayê ya Kurdî û bi dehan stranên kevnar ên Kurdî li gel Orkestraya Radyoya Bexdayê qeyd dike.

Xebatên wî yên li radyoyan

Di 14’ê Tebaxa 1959’an de li ser daxwaza Radyoya Kurdî ya Tehranê vedigere Îranê û li gel orkestrayên cûr bi cûr li Tehranê kar û xebatên muzîka Kurdî dike. Her wiha carinan li Radyoya Tewrêzê ya li Azerbeycanê stran gotine. Dûre, sala 1960’î diçe Kirmaşanê û pirraniya karên xwe yên hunerî li gel Orkestraya Radyoya Kirmaşanê bi rêberiya hunermendê mezin ê kurd Mucteba Mîrzade qeyd dike ku nav û dengê hunerê Hesen Zîrek zêdetir belav dibe, lewma ew stranên ku li wir kom kirine, wekî şahkarên hunerê wî têne zanîn.

Hesen Zîrek pirraniya stranên xwe bi zaravayê Soranî gotine, lê carinan bi zaravayên din ên Kurdî jî gotine. Her wiha bi Farisî û Tirkî jî hin stran gotine û heta radeyekê bi Erebî jî zanibûye.

Stranên wî yên hatine komkirin

Hesen Zîrek 24’ê Hezîrana 1972’yan (Di hin çavkaniyan de weke 26’ê di hinan de jî weke 28’ê Hezîranê derbas dibe) de, di 51 saliya xwe de, li bajarê Bokanê xatir ji meriv û dilxwazên xwe dixwaze û diçe ser dilovaniya xwe. Ew li pey xwe arşîveke hunerî ji bo neteweya xwe û cîhanê dihêle ku bûye çavkaniyeke dewlemend bo hunerê xwerû û resen ê Kurdî. Zîrek yek ji stranbêjê herî xebatkar ê Kurdan e ku bi sedan stran li radyo û televîzyonan xistine bin qeydê.

Niha pirraniya berhemên wî di arşîvên enstîtuyên Kurdî û yên Ereb û Farisan de hatine parastin. Hêvî ji enstîtuyan heye ku di demên pêş de ew berhem wekî rêzealbumên Hesen Zîrek bên amadekirin.

Berhemên wî ji xwe re kirin mal

Di albûma wî ya yekem a bi navê Ser Kanî de komek ji stranên wî yên ku dema li Radyoyên Bexda, Tehran û Kirmaşanê hatine komkirin, cih digirin. Gelek stranên Zîrek jî yên û ‘Yela Şofêr’ ji aliyê ‘hunermendên Tirk’ ve hatine dizîn û ‘Ey Niştimana’ wî ku yek ji newayên kevin ên Kurmanciyê ji bajarê Bedlîsê ye bi eslê xwe, wekî ‘Ankaranin Taşina Bak’ hatiye dizîn; herçî Yela Şofêr e, bi wergera heman navî dizîne û kirina nav stranên Tirkî-

Wesîyeta Zîrek

Hunermendê nemir berî ku biçe ser dilovaniya xwe xwestibû ku ew li Çiyayê Naleşikên werê definkirin û li ser kêla li ser gora wî wiha werê nivîsandin;

Zîrek zor kird xizmetî huner

Jînit le pênaw huner birde ser

Rojgarit satê be bêxem nebû

Belam le huner hîçit kem nebû

Belê hunermendê gewre Zîrek li dû xwe komeke stranên ku nayên jibîrkirin hiştin û ji vê dinyayê koç kir. Li ser wesiyeta wî li ser kêlebera wî ev kurtehelbesta li jor hat nivîsandin.

NAVENDA NÛÇEYAN