
Çemê Muradê wek çavkaniya herî mezin û dirêj ê ava vexwarinê bo mirov û ajalan. Li herêma Serhedê dizê û dikişe, ew ne tenê avên ji deşta li ber Çiyayê Tendûrekê heta Kebanê diherikîne; bi xwe re bîranînên evîndarên bextewar, wisa jî yê bêmirazan wargeh bi wargeh, di ber gund û bajaran re digerîne û dibe tev Feratê dike. Hesenîk û Asê ciqas bi hevre bi dilînî girêdayî bûn, Çemê Muradê jî ewçend di zarê diladar û dengbêjan de bi destana wan ve girêdayî ye. Di heyamên kevnare de fsûriyan bi navê frsaniya qala wê kirine, di hin çavkaniyan de jî wek Arsanias derbas dibe û dîrokzan Moses von Khorene jî di sedsala 5 an de balê dikşîne ser navê Murts ku gelekî dişibîne navê Muradê. Rêwiyên sedsalên bihûrî jî di bîranînên xwe de salixê wê wek Çemê Muradê an jî pir caran bi navê milê rohilatê a Feratê dane û gelek taybetiyên wê şirove kirine.
Kur Kurmanc e, keçik Dumilî ye
Wargeha malbata Asê gundê Şiraz li ser qeza Kopê ya bi ser Mûşê ye. Gundekî şên, bi dar û ber e. Asê hin di dergûşê de bûye sozdara Hesenîk. Di hin şaxên kilamê de dengbêj dibêjin; “Kur Kurmanc e, keçik Dumilî ye”. Kilama Hesenîk û Asê ji aliyê hemû dengbêjên li seranserê Serhedê de hatiye strîn û bi sal û zemanan li ser du şaxên bingehîn avabûye. Ji wan şaxan di ya ku ji aliyê Prof. Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl de di sala 1956’an de ji zarê Etarê Şero hatiye berevkirin de zêdetir agahî û nîşanî derbarê kesayetî û bûyerên heyama destanê hatine salixdayîn.
Ji ber ku Malbata Hesenîk destteng bû, ew di xortaniya xwe de berê xwe dide Kela Elaşgirê û dibe xulamê sîwariyê Memed Begê. Memed Beg di çavkaniyên dîrokî û her wisa jî di zargotina me de wek Surmelî Memed Paşa mîrê Sancaqa Elaşgirê û kurê Behlûl Paşa yê mîrê herêma Bazîdê eyan e. Çewa Şerefxanê Bidlîsî neqil dike, ev malbata ku bi eslê xwe ji herêma Silîvan bûye di şerê salên 1577/78’an yên di navbera Osmanî û Îraniyan de ji wir koçberî Bazîdê bûne. Em piştre ji çavkaniyên rêwiyên Awropî û ji arşîvên osmanî jî agahdar dibin ku serwerên ji vê malbatê ji wê demê pêde serweriya vê herêmê kirine.
Sedûm Beg ê zalim
Hesenîk ji ber zîrektî û camêriya xwe ji aliyê Memed Begê û hemû xulamên wî de gelek hezkirî bûye. Hesenîk riya bi qasî roj û nivekê ji gundê dilketiya xwe Asê bi dûr ketibû, divê rojekê vegeriya wir û bi sozdara xwe re bizewiciya. Li heman navçeyê Sedûm Beg xwedanê pênc gundan û kurapê Memed Begê bû. Rojekê riya wî bi gundê Asê dikeve û dibe mêvanê mala bavê wê. Dema ew li wir Asê dibîne, aqil ji serê wî diçe û di cîh de dibe aşiqê wê. Sedûm Beg Asê ji bavê wê dixwaze, lê ew dibêje ku sozdarê wê heye bi navê Hesenîk, kîjan xulamê kurapê Sedûm Begê ye.
Dilê Sedûm Begê ji wê rojê pê de bi evîna bo Asê re dişewite, lê ew ji gelek mirovan dibihîse ku kula dilê Asê tenê Hesenîk e û her roj kilaman li ser wî distirê. Sedûm Beg rojekê bangî Asê dike û dixwaze ku ew ji wî re kilamên xwe ên li ser Hesenîkê bistirê, ew jî bi eşq û dilpakî bendekê li pey yeke din distirê. Agir dikeve dilê Sedûm Begê û ew wê bi xwe re dibe ber Çemê Muradê ku jê derbas bike û bişîne mala bavê wê. Li wir Asê dîsa kilamên ku avêtibû ser Hesenîkê xwe dilorîne. Di nava çêm de, li cihê ku av zêdetir rabûye Sedûm Beg Asê davêje nav pêlên wê û ew tê de rode dibe û dixeniqe.
Sedûm Beg piştre bi wê hêrs û rikê berê xwe dide kela Memed Begê û ji xulaman dixwaze ku Hesenîk ware, wekî şixulekî wî bî wî re heye. Dema xulam diçin ku bangî Hesenîkê bikin, Memed Beg pêdihese, şikê dibe vê lez û beza Sedûm Begê û nahêle ku Hesenîk biçe cem wî. Piştî çendekê Hesenîk destûrê ji Memed Begê dixwaze û ji Elaşgirê bi dûr dikeve, diçe ji Ebexê derbas dibe û li aliyê Îranê dibe xulamê Taharxan ê Qeleniyê. Dema di navbera Taharxan û Huseyn Begê Takorî de şer diqewimin û Sedûm Beg jî beşdarî van şeran dibe, Hesenîk şopa Sedûm Begê digerîne û wî dikuje.
Taharxan û Huseyn Begê Takorî
Di rastiyê de jî Taharxan û Husêyn Begê Takorî du kesayetiyên dîrokî nin. Ji agahiyên çavkaniyên dîrokî û ji zargotina Kurdî diyar e ku bi rastî jî ev herdu mîr di nîvê duyem a sedsala 19’an de jiyane. Tahirxan ji eşîra Heyderan ji Mala Şero bû, li Qeleniyê dima û mîrekî xwedî herêmeke mezin û eşîreke giran bû. Husêyn Beg jî wek serokê eşîra Takoriyan û yê alayên Hemidiyê li qeza Mehmûdî ya li ser sînorê Îranê dima. Ji salên 1890 heta 1900’î di navbera herdu seriyan de gelek caran şerên giran qewimî bûn. Ji xwe dengbêj jî di dawiya salixadayîna xwe ya derbarê Hesenîk de dibêje ku, ew heta sala çardehê ango 1896/97’î li Qeleniyê bûye û gelek kesan ew li wir dîtine.
Riza yê fermandarê alaya Hamîdiye
Ji bilî vê di hin şaxên kilamên Hesenîk û Asê de navê Riza ê ji Qasimiyê jî derbas dibe. Qasimî gundekî Milazgira Mûşê bû, Riza jî di wan salan de wek mîrê eşîra Hesenan serokê alayê Hemîdiyê bû. Rizayê Xêlit di destpêka sedsala 20’î de di pêvajoya nakokiyên di navbera wî Osmaniyan de ji aliyê dewletê bi jehrdayîne hat kuştin. Dîsa navên cîh û waran yên weke Şîraz, Memanî, deşta Mêxikê û Qasimî jî yên cîwarên heman herêmê nin.
Stran bi dengê Meryemxan navdar bû
Kilamên Hesenîk û Asê berdilkên piraniya dengbêj û bilûrvana bûn. Hin di salên 1930’î de ev kilam bi dengê Meyremxanê li Îraqê hatibû tomar kirin û bi destpêka weşana Radyoya Bexdayê ve li seranserê welat belav bû. Di radyoya Rewanê de jî çend şaxên wê hatin weşandin ku ya bi dengê Girabêtê Xaço li piraniya guhdarvanan diyar e. Ev şax her wisa bi dengê hunermendên mîna Şivan Perwer, Nilufer Akbal, Aynur Doxan, Leyla Xan û yên mayîn di nava nifşên nû de jî gelek belav bû û hat ecibandin.
Hesenîko qûrban...
Çewa ji aliyê naverok her wisa ji aliyê melodiyên wan de jî şaxên kilama Hesenîk û Asê gelekî nêzikî hevdu nin, di wan de hestên hunermendan û a civakê bi ahengdarî li hev hatine. Êdî rih û can hatiye xuşîniya ava çemê Muradê, ew bi deng û peyvên Asê ve xwe berdine guhên mirovan.
Di kilaman de bûyer gelek caran bi awayekî veşartî hatiye ziman, Çemê Muradê wek sembola hemû astengiyên li pêşiya mirazê gihîştina hevdu ya herdu aşiqan hatiye şirovekirin. Dengbêj Asê li alîkî çem û Hesenîk jî li aliyê din daye runiştin, di vê rewşa bêçare de kelekvan wek motîfeke gerdunî guhdarvanên melûl ji hêviyê jî bêpar nahêle.
Hesenîko qûrban, çemê Muradê leme-leme
Kelekvano, bi bextê Xwedê, bextê te me
Tu Hesenîkê min derbas bike
Ez kefîlê heqê te me
Delîlê Asê.
MEHMET GULTEKÎN/FRANKFURT