Hesin yek ji wan metalan e ku herî zêde li ser rûyê erdê tê dîtin. Hişk e, bi kêra gelek karan tê, heta navê xwe li ser demeke civaka mirovahiyê kiriye û kiriye ku gelek tişt biguherin. Lê Hesin ne mayînde ye. Li ber destê me bêhtir metalên ji hesin kevintir ên arkeolojîk hene yên weke sifr û bronzê. Ji xwe yên weke zêr û zîv xwegir ji bo xişr û îhtîşamê hîna kevintir jî ji me re mane. Hesin yek ji wan metalan e ku dem û avhewa tesîreke tineker lê dikin. Ji ber wê jî dema mirov kaskeke ji dawiya sedsala 14´an û destpêka sedsala 15´an bibîne, ev gencîneyeke arkeolojîk e êdî. Ev kaska hanê ya Melikê Fransayê yê wê demê Charles ê Şeşan e (1380 - 1422). Hasil pirr êşa be jî. hîna mirov tê deerdixe ku kaskeke taybet e û bi hostekarî hatiye neqişandin. Ev kaska zirxî li Muzexaneya Louvreê ya li paytexta Fransayê Parîsê tê parastin.
PARÎS