DANA OMER
ROJNEWS/SILÊMANÎ
Hesinkar Fûad Osman ê ji Silêmaniyê bi ezmûneke 50 salan di dikana xwe de tabloyên gelek kesayetên navdar, hunermend û helbestvanan çêkirine û hilawistine. Osman diyar kir ku tenê ew vî karê hunerî yê bi hêsin dikeFûad Osman hesinkarekî bajarê Silêmaniyê ye ku ev 50 sal in karê hesinkariyê dike, lê tenê weke hesinkarekê asayî kar nake, hunerekî cihê jî tevlî karê xwe kiriye û bi hesin wêneyan ya rastî portreyan çêdike. Dema ku mirov dikeve dikana wî ya hêsin, mirov hest pê dike ku mirov ketiye dikaneke hunerî. Fûad Osman ku debara xwe li ser hesinkariyê dike bi çêkirina deriyan, lehîmkirinê û karên din debara xwe dike û li kêleka wê weke hunerekî jî karê tabloyên bi hêsin dike. Lê, berhemên xwe yên hunerî ne ji bo firotinê çêdike.
Ji zaroktiyê ve pê re mijûl e
Hesinkar Fûad Osman di sala 1954’an de li bajarê Helebce ji dayik bûye û piştre malbata wî diçe Silêmaniyê û li wir bi cih dibe. Dema ku di sala 1967’an de dest ji pola pêncan a dibistana seretayî berdide, li gel hesinkarekî bi navê Fûad xwe fêrî hesinkariyê dike. Piştî 11 salan bi xwe di sala 1978’an de dikaneke hêsin vedike û heta niha jî li ser vî pîşeyî berdewame û pê debara malbata xwe dike.
Fûad Osman ji pîşeya hesinkariyê hez dike û timî dixwaze têde tiştên nû çêbike. Ew karên ku dikin karên dest in. Bi xwe nexwedî destekî wênekêşiyê ye. Destpêkê wêne ji aliyê şêwekarekê ve tê çêkirin û piştre ew li ser wêne, wêneyekî bi hesin çêdike.
Wesiyet daye
Hesinkar Fûad Osman eşkere kir ku heta niha wêneyên wî bi xwe çêkirine ne di pêşangehekê de hatine nîşandan û ne jî difoşe. Osman eşkere kir ku wêneyek hebû, 3 hezar dolar dayînê, lê nedaye û got; “Min ji kurên xwe re jî gotiye, eger ez mirin, wêneyên min nefiroşin û biparêzin.”
Cih nemaye
Hesinkar Fûad Osman diyar kir ku kesên wêneyên wan çêdike, kesên tên hezkirin, kesên rêveber, hunermend û helbestvan in û got; “Gelek kesên din hene ku ez dixwazim wêneyên wan çêbikim, lê ji ber sedema ku li dikanê cihê hilawistina wan nîne, nikarin çêbikim.”
Xwe yê herî baş dibîne
Hesinkar Fûad Osman da zanîn ku heta niha ti kesî nekariye weke wî bi hêsin tabloyan çêbike. Ango xwe weke yekem kesê xwedî vî hunerî dibîne. Lê vê yekê jî red nake ku hesinkarên jîr jî gelek in û nexasim hesinkarên ku di warê peykersazî de kar dikin.