Profesorê zanista siyasetê David Romano ji bo tinekirina Heskîfê bi destê dewleta Tirk, peyva “Uberlevel Vandalism” (Vandalisma di asta jor de) bi kar anî. Bi vê yekê wî hem kiryara Tirk weke vandalîzm (kiryarên ji xwe û me re xirakirina milk, tişt û avahiyan) bi nav kir û hem jî, asta wê weke asta jor (di skalayeke ku tenê 3 qonax hene, jêr, navîn û jor) bi nav kir. Profesorê kursiyê Lêkolînên Rojhitala Navîn li Zanîngeha Dewletê ya Misouri, David Romano van gotinên xwe di peywendeke holê de bi cih dike: “Heskîf muhtemelen bajarê herî xweş ê li Tirkiyeyê bû yê ku ez çûmê. Û ez çûm 77 bajarên Tirkiyeyê ku lê 81 wilayet hene. Mirov bi xwe nikare ku li vê yekê nefikire: Heskîf etnîkî Tirk bûya û ne Kurd bûya, ev (di bin avê de hiştin û xirakirin) ê neqewimiya.

 

KANSAS CITY