
Akyuz bi lêv kir ku sedema israra hikûmeta AKP’ê ya di çêkirina bendavan de xuya ye û got: “em weke Hewldana Paraztina Heskîfê bi salan e ji bo ku Heskîf bê paraztin her tiştî dikin. Bi taybetî jî bi bendava Ilisuyê, bi tinebûna Geliyê Dîcleyê re 200 girik û Heskîf wê tine bibin. Sala 2001’ê di jihevdexistina konsorsuyuma avaker a bendavê de rola çalakiyên me hebû, ji bo jihevdeketina konsorsuyuma duyemîn sala 2007´an li Kurdistan û Ewrûpayê me çalakî li dar xistin. Lê mixabin komara tirk di çêkirina bendavan de bi israr e. Tevî ku piştgiriya ji bo çêkirina bendavan nema jî, hêj avahîsazî dewam dike.
Av bigewime jî têkoşîn wê bidome
Akyuz îşaret bi rêbazên cihê yên dewleta Tirk ji bo texrîbkirina xweza û dîroka Kurdistanê kir û weha peyivî: “dewlet bi rêbazên cuda li ser gel û saziyan zextên psîkolojîk dike. Weke ku avakirina bendavan qediyabe nîşan dide û dixwaze hêviyên gel nehîle. Ya rastî, ev helwestek psîkolojîk e. Lê dixwazin bajarê nû yê Heskîfê ava bikin û gelê Heskîfê bê hêvî bikin. Em bi xwe dibêjin, li Bendava Germavê av bigewime jî têkoşîna me wê dewam bike.”
Dewlet li alternatîfan asê ye
Herçî alternatîfên ji bo paraztina Heskîfê ne, li gorêî Akyuz dewlet li hemûyan asê ye. Akyuz îşaret bi koçberbêna Heskîfiyan jî kir û weha pêde çû: “Komara Tirk ji kerê xwe yê miqersiyê nayê xwarê û beyî ku guhê xwe bide kesekî, dixwaze lihev bike bi xelkê re. Projeyên alternatîf yên ku zirarê nadin eko-sîstemê red dike. Hêj ku bandora koçberiyê li Kurdistanê dimîne, ev mirov dê dîsa li kevioyên bajaran bi cih bibin û bikevin nav xizaniyê."
Ji 10 pîvanên Mîrateya Çanda Cîhanê 9 li Heskîfê hene. Dîsa jî di ava 60 salan de hemû hikûmetan ev rika bê mane meşandiye. Projeya yekem sala 1954’an dest pê kiriye. Ji hingê ve 40 hikûmet guherîn û hemû di avakirina Bendava Germavê de israr dikin. Li deverên ku ava bendavê wê bide serwanaederê 200 girikên arkeolojîk jî hene. Akyuz der barê vî mijarê de jî got, "li şûna ku kolanên arkeolojîk bihatana kirin, bi dozeran erdê dikolin.”
BATMAN