DENIZ ARARAT
Dîsa di nava şeveke bêdem de, li taxên ku şevên wî naqedin im. Di xewneke giran de dixwazim ber bi te ve werim. Di nava wan tax û kolanan re derbas dibim ku dîroka serhildanê tê de hatiye nivîsandin. Li navsera bircên Amedê, li paytexta welatê pîroz û kevnar im. Di nava bêdengî û bêdemiyeke kûr de, li stêrken asîman dinêrim. Çavên min li awirên te yên kûr û bi hêvî digerin. Dilê min li hêviya çavên te yên xemnexwir ên bi wate digere. Dixwazim di kûrahiya çavên te yên şewqdar de winda bibim. Dixwazim di bager û bahozên ciwantiya te de bifetisim.
Di tariya şevê de wekî ku ber bi kesnezaniyek ve baz didim dixwazim ber bi te ve baz bidim. Gava bêhn li min çikiya çok daynim erdê û eniya xwe bidim ser axa gorên bênav. Ew gorên bênav cih û warên min in. Ji ber serê gorekê radibim berê xwe didim ser goreke din. Dûre yeka din, yeka din û yeka din. Lê ez te nabînim ey şehîd! Ez bêyî te bêkes û bêwar im. Di nava zemheriya şevên seqemî de diqefilim.
Min bikişîne nava hêviyê dilê xwe yê germegerm. Ne bi tenê ez, hemû deşt û çiyayên Amedê bêyî hêviyên te yên germ in. Amed bêyî te sar e. Sermaya dîrokî tenha ye, kolanên şopa lingên te bêdeng in. Dîsa Dîcle bê te hêrs bûye, bihara rengîn xeyîdiye, gul û kulîlkên gulanê çilmisîne, ava newala miçiqiye tev li benda hêvî û ramanên te ne. Çavên generalên piçûk, dilê zarokên mêrxas li benda fermana te ne. Hemû li ser şewq û şemala şopa te amade ne. Lê tu tineyî evîndarê çiyayên Kurdistanê, merxasê çiyayên Botanê tu ji me dûr î. Tu bûyî stêrk û derketî asîmanê welatê qedexe. Li warê gelê bêwelat, li warê goristanên bênav hê jî dilê min bê te zivistan e. Di germahiya havînê de navtengek berf bariye li ser bakurê dilê min ê ku bi çûyîna te her tim birîndar e.
Gelo tê bîra te dema em li ser pira Amedê ya Dehderî bûn. Ava çemê Dîcleyê di bin lingên me re derbas dibû. Ew ava ku ji komkujiya Şêx Seîd pê vê hê jî xwîn diherikî, ava ku şahidiya xwînxwaran kiribû, wekî tolhildanekê dilop bi dilop diherikî dil û hinavên te. Hêrsa te ya ji neyaran re zedê dikir. Ruh û giyan dida bi hezaran şervanên azadiyê, neviyên Şêx Seîd û Seyîd Rizayan. Te Digot: “Vê carê hêvî xurt in, Kurdistan bi çem û rûbarên xwe, bi deşt û çiyayên xwe, bi gund û bajarên xwe, bi keç û xortên xwe, bi eşq û evînên xwe re bûye dilek eniyek û yek hêviyek.” Van hêviyên pîroz te kişandibûn nava dîlana şoreşê.
Dilê te di heqîqeta çemê şoreşê de çilp diavêt. Te awaza dilê xwe bi geşkirina agirê Kawayê hemdem bilind dikir. Dilê te bilindahî, stargeh û raza şikeftên Zagrosan dixwest. Ew der warê te bû. Kurdistan û gulistana rengîn bû. Hemû gelî, newal û lûtkeyên wan çiyayên pîroz bi hêviyên zarokatiya te hatibûn xemilandin. Te dixwest zarokatî, ciwantî, evîndarî û tevahiya merheleyên temenê xwe di nav wan çiyayên bêser û bêbinî de bijî û evîna te ya ku nîvco mabû bi wan çiyayan re bigihîjînî bêdawîbûnê. Êdî dî asoya te de şervaniya heqîqeta Apogerî û hembêzkirina jiyana azad hebû.
Pêlên dilê te tevli pêlên vê jiyanê bûbûn. Heqîqeta Kemal û Xeyriyan di nava dilê te de şîn bûbû. Wekî çem û rûbaran diherikî. Di kûrahiya giyana te de çirûsk vedabû, agirê şoreşê geş û gur kiribû. Sînorên gund û bajarên Amedê têra te nedikirin. Te xwe li şax û perên çiyayên Botanê pêçabû. Tu bûbûyî hêzdarê ronahiyê, dildarê xaka Kurdistanê, li hemberî tariya dagirkeran bûbûyî ronahiya rojê. Lê niha tu tineyî zarokê evîndarê çiyayan. Niha tu tineyî sondxwarê azadiyê, ronahiya çavên min. Hêvî û xeyalên te di dilê min de ne. Di dilê me de ne. Dilê me her dem bi we re ye û li ber bilindahiya we lêdide. Hesreta te di xewnên giran de jî diniqute dil û hinavên me. Her çiqas çûyîna te şewata dilê me zêde kiribe jî, di tarîtiya şevan de riya me ronî kiriye.
Te hêviya dilê me geş kiriye. Tu rûmeta giyana me yî. Tu wê her tim di qonaxa dilê me de xweşik û sipehî bimînî. Nivîsandina ji bo te çiqas zehmet e heval. Hesret û keserên dilê min rê nadin peyvan. Pênûs bi ya dil nake. Xwezî minikaribûya bi peyvên pîroz te bida nasandin, lê zehmet e heval. Carinan hest nahêlin; peyv têra penasekirina hevalekî wekî te nakin. Her tim nivîşkan dimînin. Jixwe ez jî nizanim, ew azadiya ku di çavên te de wekî stêrkên li asîman dibiriqî, dê çawa bihata nivîsandin. Bi kîjan bêjeyên pîroz baweriya te bihata vegotin. Nayê vegotin ronahiya çavên min. Nayê nivîsandin hesreta dilê min.
* Ji bo bibîranîna Şemsedin Jiyan (Esat Guler) ê sala 2003’yan tevlî nav refên gerîla bûyî û 20 Îlona 2007’an li Kato şehîd bûyî, hatiye nivîsandin.