Li navçeya Amedê Sûrê, Mala Dengbêjan ya ku malovaniya dîrokeke kevnar dike, bala mirovan ji 7 salî heta 70 salî dikuşîne ser xwe. Li vir mirov hest bi dîrokek zindî dike.


‘Zaroktiya min bi guhdarîkirina stranan derbas bû’

Lorîn Budak a ku ji Dêrsimê tevî malbata xwe koçberî Londonê dibe, bi çanda xwe ve girêdayî ye. Lorînê diyar kir ku ew ji dengbêjiyê gelekî hez dike û anî ziman ku her havîn ji bo guhdarîkirina dengbêjan ji Londonê tê Amedê. Lorînê bi lêv kir ku ew ji zaroktiya xwe ve, her ji Kurdistanê dûr maye û got; “Her ku min derfet bidîta min li stranên Kurdî guhdarî dikir. Mirovên derdora min dibêjin ‘dengê te xweş e’. Ez hem bi Kurdî ji stranan hem jî ji axaftinê hez dikim.”


‘Di dengbêjiyê de ez rastiya xwe dibînim’

Lorînê dibêje, bi guhdarîkirina stranên Kurdî ew rastiya xwe dibîne û wiha pê de çû: “Gava têm Mala Dengbêjan û li kilamên wan guhdarî dikim, ez hebûna xwe hîs dikim. Ji tevahiya peyvan fêm nakim lê belê ev yek heskirina min kêm nake. Ez klaman dibêjim. Armanca min ew e ez bi çanda dengbêjiyê bijîm.


‘Xeyala min ya herî mezin dengbêjî ye’

Lorînê anî ziman ku xeyala wê ya herî mezin ew e ku bibe dengbêj û wiha axivî: “Ez ji Kurdistanê gelekî hez dikim. Dema ez mezin bibim, ez ê bêm Kurdistanê. Ez li kû derê dibim, bila bibim, ez ê xwedî li nirxên çanda xwe derkevin.” n AMED