Siyasetvanê Kurd Dr.Fayeq Gulpî qala rola Diyar Xerîb di avakirina PÇDK’ê û rêvebirina partiyê de kir. Gulpî ji bo Diyar Xerîb got “Ji bo yekîtiya netewî li Başûrê Kurdistanê rêbertî kir.”

Serokê Berê yê PÇDK’ê Dr.Fayeq Gulpî 21 salan hevaltî li gel şehîd Diyar Xerîb (Helmet) kiriye. Gulpî qala rola Diyar Xerîb di avakirina PÇDK’ê û rêvebirina partiyê de dike. Gulpî ji bo Diyar Xerîb dibêje “Ji bo yekitiya netewî li Başûrê Kurdistanê rêbertî kir.”

Dr. Fayeq Mihemed Gulpî Siyasetmedar û Serokê Berê yê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) ye. Hevaltiyek wî ya 21 salan li gel şehîd Diyar Xerîb heye. Bi hev re di çend qonaxên siyasî û karên cûda de karkirine. Yek ji van karan jî di nava PÇDK’ê de bû. Gulpî qal kir çawa Diyar Xerîb nas kiriye û behsa rola wî ya di nava rêvebirina PÇDK’ê de kir.

1998’an Diyar Xerîb nas dike

Dr. Fayeq Gulpî got, yekem car wî di sala 1998’an de şehîd Diyar Xerîb nas dike û wiha qala wê demê dike; “Piştî despêkirina komploya navnetewî ya li dijî Abdullah Ocalan û derketina Ocalan ya ji Sûriye, wê demê çûn û hatina min hebû û ez di nava rêxistina Yekitiya Rewşenbîrên Netewî de bûm. Wan jî wê demê hinek caran semîner û panel li dar dixistin û ez jî beşdar dibûm. Carek semînerek ji bo heval Helmet amadekirin û ez jî beşdarî semînera wî bûm. Hingê min ew nas kir û em bûn hevalê hev.

Sala 2002’an li Qendîlê Kongreya KADEKê hebû, ez jî ji bo kongreyê hatibûm vexwendin. Wê demê mehek bû PÇDK hatibû damezrandin. Em çûn baregeha PÇDK’ê ya li Binarê Qendîlê. Wê demê heval Helmet li wê derê bû û me carek din hevdû dît. Kongreyê 12 rojan dewam kir. Piraniya rojan ez û heval Helmet li gel hevdû ji baregeha PÇDK’ê diçûn cihê kongreyê.”

PÇDK tê avakirin

Piştî rûxîna rejima Sedam Hisên di sala 2003’an de PÇDK baregeha xwe li Bexda, Musil û Kerkûkê vedike. Piştî wê jî Kongreya PÇDK’ê tê lidarxistin û Dr. Fayeq Gulpî wek Serokê PÇDK’ê tê hilbijartin û şehîd Diyar Xerîb (Helmet) jî dibe endamê Polîtbûroya PÇDK’ê.

Di dewama axaftina xwe de Dr. Fayeq Gulpî qala rola Diyar Xerîb ya ji bo wergirtina desturnama karkirinê ya PÇDK’ê ji Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê dike û dibêje; “Wê demê em di nava hewildanan de bûn ji bo PÇDK’ê destûrnameya kar wergirin. Wê demê heval Helmet Berpirsê Komîteya Dîplomasî bû. Hemû belge li gel xwe birin û çû Bexdayê, desthilata Herêma Kurdistanê jî wê demê gelek sucên cûda yên wekî, ev terorîstin, ne xelkê vê derê ne û çend sûcek din dixwest bixe stûyê PÇDK’ê. Lê heval Helmet bi îradeya xwe ya xurt ev tevahî sûc pûç kirin û desturnameya karkirina hizbî ji bo PÇDK’ê wergirt.”

Diyar Xerîb dibe serokê PÇDKê

Li gorî pîvanên PÇDK’ê pêwîste her du sal carek kongre bihata lidarxistin û serokê partiyê jî du car mafê wî hebû xwe ji bo serokatiya partiyê namzet nîşan bide. Di Kongreya sêyem a PÇDK’ê ya sala 2008’an de piştî ku Dr. Fayeq du deman serokatiya partiyê dike, di kongreyê de Gulpî pêşniyar dike ku Diyar Xerîb bibe serokê PÇDK’ê. Piştre pêşniyarê dixin dengdanê û bi piraniya dengan Diyar Xerîb ji bo Serokatiya PÇDK’ê tê hilbijartin û çar salan serokatiya PÇDK’ê dike, du salan jî wek hevserok kar dike ta sala 2014’an û piştre PÇDK namîne.

Rêya wî yekîtiya neteweyî bû

Herî dawî jî Dr. Fayeq Gulpî bi van gotinan dawî li axaftina xwe tîne: “Divê em wekî hevalên wî li ser rêya wî bimeşin û bi hêz bikin. Rêya wî ji bo yekitiya netewî li Başûrê Kurdistanê bû û wê jê re rêbertî dikir.”

BERHEM LETÎF / ROJNEWS/SILÊMANÎ