Bizineke me ya çale hebû, rojekê gur ket nava berxan û karika wê xwar, dema me berx anîn dana, ew bi mehrinî li karika xwe geriya, hemû karikên dișibiya karika xwe bêhn kir û mehriya, di dawiyê de bi mehrinî berê xwe da aliyê ku tim berx û karik jê dihatin, çawa ku biçe li karika xwe bigere, bi mehrinî hetanê nava kelem çû, hemû bêrîvanan kerê xwe li cîh hîştin û li wê nêrîn, li hember vê helwesata bizinê çavên giştan şil bûn. Di nava ajalan de bi mîlyonan mînakên wiha hene.
Ev di nava mirovan de hê bi dilkesertir e. Dema dayîkek behsa “derdê kezebê” dike, erd û ezman dileriz e. Dilê dayîkan li gor gelan naguher e, dayîktî dayîktî ye. Ez dê û bevek alman dinasim, li vir bist sal berê zaroka wan a neh salî wenda bûye, hê jî destên xwe nedane odeya wê, ew kelekel û êşa hê jî ji nava lêvên wan diherike.
Dayîk û bavê Leyla Șaylemez jî ew êşa dil gihandine çalakiyeke dîrokî, ango odeya wê guhezandine muzeyekê.
Di 15 vê mehê de li Qamişlo bîranîn û rêzgirtina 31 şervanên YPGê hebû, wan 31 dilên dayikên bi lîlandinan dimeşiyan nava goran, agir bi kezeba hemû dayîkên Kurdistanê xist û birîna wê êşa dil bi nû ve der kir.
Hin dayikên rûsan ji bo ku zarokên wan di şerê Çeçenîstanê de neyên kuştin hetanî qada şer çûn û ew şera protesto kirin. Lê mixabin li Tirkiyê bi navê dîn û îman, Tirk û Tirkayetî mejî û rêbayeke wisa bi mij û manîpûle hatiye afirandin, dayîkên bikanin wê refleksa dayîkên rûs nîşan bidin gelek kêm in, yan jî rê nadin dayîkan ku bikanin bi kêmasî vê berteka dayîkbûnê ya xwezayî nîşan bidin. Heta wisa bê rê bûne, demakê jina serokwezîr gotibû; bila dayîkên Kurdan zarokên xwe yê terorîst(1) ji ewladiya xwe bavêjin, ango vê dewleta sosret a di warê cinawirî û ecêvan de bê mînak wîjdana têgihîştina hestê dayiktiyê jî têkbiriye.
Dagirkeran di nava van çil salên dawiyê de bi sedan zarokên berpêsîran tenê ji bo ku bikanin cinawiriya xwe nîşan bidin, bi wê hovitiyê çavên gel bitirsînin, bi qestî kuştin. Daku kanibin agir berdin dilan li ber ekranan, mil û serî şikandin.
Bi deh hezaran mirovên bê sûç û tewan revandin, di êşkenceyên giran de kuştin, avitin bîran, çalên bê xwedî, kirin bin sergoyan. Dayîkên dil bi kul li pey şopên zarokên xwe ketin, ev duvketin di rastiya “Dayîkên Șemiyê” de ragihandin hemû cihanê. Lê serkariya Tirk bi helwesta celatan ketin nav rola kerr, kor û lalan.
Ev ne bes bû, bê ku ji rûreşiya xwe ya li cihanê dengvedaye şerm bikin, li ber çavên cihanê sih û çar zarokên Kurd li Robozkiyê bi balafiran parçekirin. Hê di ser de jî bi baweriya ewê bikanin “hestên dayîktiyê” bi pereyan bikirin û dilan kor bikin, ketin nava rûreşiya pere teklîfkirinê. Hestê dayîktiyê hestekî wisa giyanî ye ku ne tê kirîn û ne jî tê firotin.
Axîna dayikan ji tu kesî re nemaye, ev axîna bi sedhezaran dayîkên Kurdan bû lehî wek tsunamî li serkariya kemalîstên laîq da, ew têkbir, niha jî li kemalîstên îslamîst qelibîye, lema ew bi hev ketine. Wê hê qeda û karesetên ji vê xirabtir di ser wan de were.
Di nava Kurdan de li pey têkçûna civaka maderşahî û hatina pederşahî ananyeke gelek xirab rûniştiye. Dema ji hev qetîna mêr û jinê çê dibe, zarokan ji dayîkê diqetînin û dayîkê bi gotineke tehl dikin der, heta nahêlin ku ew dayîk were zarokên xwe jî bibînin. Vê ananeya malxirab jî dilên gelek dayîkan êşandiye û di giyana zarokan de birînên derûnî yên tedaviya wan ne pêkan afirandiye.
Di hiquqa navnetewî de, hetanê rewşa dayîkê ya giyanî li pêş nebe pirsgirêk, zarokê ji dayîkê naqetînin. Lê yê me Kurdan hê jî li ser wê kevneşopiya malxirab dimeşe. Vê jî bi navê mêranî, eşîrî, baqilî û camêrîyê dikin. Bi dehan bûk ji welat anîn, li pey çend salan, zarokên wan ji wan girtin û ew bi şûn ve şandin, yan jî li deriyan perîşan kirin. Heta vê karesetê di ser zarokên li vir hatine dunê, nikanin vê rewşê têbigihîjin de jî tînin.
Hestê dayîkan
Bêguman ta niha gelek gotin li ser vê mijarê hatine gotin û nivisandin. Hestê dayiktiyê di nava xwezaya zindiyên bi liv de hestê herî pîroz û herî giyanî ye. Ji vî hestî re bêrûmetî kirin, li ser vî hestî êşkence kirin cinawiriya herî mezin e. Kolonyalîst û dîkdator ji bo saltanatên xwe vî diyardeya giyanî bi zanistî bikartînin.