Hunermend Mehmet Afşar ku di bin baneyê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM)'ye û di Navenda Çanda Şaredariya Misircê de karê muzisyeniyê dike, albumek bi navê 'Lîs' di KOM Muzîkê de derxist. Albuma ku ji 10 perçeyan pêk tê helbesta Melayê Cizirê yê bi navê 'Îro ji derba xencerê' beste kiriye. Afşar, diyar kir ku armanca wan ew e ku muzîkên nêzî hêst, raman û baweriyên kesayetên Kurd ên li dîrokê mal bûne (hunermend, nivîskar, helbestvan û alimên Kurd) bi pêkanîna teknîka îro şîrove bikin û bigihînin jenerasyona nû.

Çima Lîs?
Afşar ku navê albûma xwe daniye Lîs, sedema wê jî wiha tîne ziman: "Li ser rûyê erdê hemû zindî di nav lêgerîna starbûnekê de ye. Dema em li mirovan jî dinêrin ger di hêst ger jî ramanê de di nava lêgerînek stariyê de ye. Hin caran mirov ji ramana felsefeyeke ku mirov jê hêvî nedikir a li binê cîhanê ye pêşketiye, bandor digire û di ramanê de lê disitirên. Hin caran jî ji helbesteke, melodiyekê ku hêstên me ji me baştir tîne ziman, em xwe lê disitirîn in. Lê rastiyek jî heye deng, raman, evîn û rengên ku mirov xwe dispêre yê tên qedexe kirin, di nava rengê wan de jiyana wan tên asteng kirin. Min jî wek mirovên di nava lêgerînê de ne, hemû hêst û ramanên xwe di nava vê albûmî de aniye ziman. Lîsa min jî ev e.

Qasîdeyê Melayê Cizirî bibîr tene
Afşar, di albûma xwe de cih daye qasîdek ku di erdnigariya Kurdan de ji hêla Hafizan ve li gundan bi erbaneyê wêjeya bi devkî pêk tanîn jî. Afşar, da zanîn ku Hafiz ji dayikbûnê çavên wan nedidîtin. Afşar, destnîşan kir ku jiberkirina edebî û olî pir zêde ye. Afşar, wiha got: "Gelek ji wan rûyên me nabînin. Peyv, ritmê bi halê çewa diniqûte dilê wan, çewa ku li rûyê herî xweşik binêrin ji kurahiya dilê xwe diqêrin. Beranberê vê şahiya ritmîk û edebî danek xwarin an jî nanek e ku turika wî giran dike ye. Sedema ku min straneke di vê formatî de di albûmê de pêk aniye ew e ku min hem bêriya wan rojan kiriye û hem jî helbestvanê romantîk a wêjeya Kurd Meleyê Cizîrî bi bîrbîn im. Her çiqas qasîdeyên ku mirovan dibe zarokatiya me dibîhîsim, pir bi hîstiyar dibim. "

'Tiştên hatine jiyîn ve dibêje'

Afşar, derbarê muzîka Kurdî de jî nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku her çiqas mûzîka Kurdî di nava pergalek diyarder be jî, piranî tiştên hatine jiyîn ve dibêje. Afşar, da zanîn ku dema mirov dengbêjan guhdar dike ev yek vekirî derdikeve holê. Afşar, destnîşan kir ku bûyerek hatî jiyandin heye, dengbêj vê yekê vedibêje lê dema dibêje jî peyv bi peyv baldar vedibêje. Afşar, wiha berdewam kir: "Dengbêj heman demî de wek şûyê (tutanakçi) dîrokê ye. Dema ev gihiştin bi muzîkê re di mûzîka Kurdî de pêvajoyek din da destpê kirin. Ango bi dengeke xwezayî re enstrûman pê re lêdide. Ev yek ji Evdalê Zeynikê heta Şakiroyan, ji wan Meryem Xan, Eyşê Şan, Kawis Axa, Mihemed Erif, Aram Dîkran û heta Mihemed Şêxoyan diçe. Di demek ku têkoşîna çînî û netewî bilind dibe, berhemên naverokan wan prop, zêdetir bîrdozî, bi şêwazek bingehek dewlemend, qerakterek şoreşgerî derdikeve holê. Dema em li pêvajoya 30 salên dawî dinêrin, formên rojava ketiye nava muzîka me. Hunermendên Kurd di her demê de ji mûzîka wê demê bandor girtiye, ji wê terza jiyanê û teknîkê sûde wergirtine û mûzîka xwe afirandin e û her tim di nava lêgerînên nû de ne. "

ERDOGAN ALTAN / DÎHA/SÊRT