Şervîn heyanî pênc saliya xwe nikare bimeşe, malbat gelekî hewl didin ku wê tedawî bikin lê tu encam nagrin. Dixwazin wê li dibistana ker û lalan a Helebê qeyîd bikin. Lê ji ber kurde nehat qebûlkirin.

Şervîn nabihîze û nikare baxive lê belê hêviya wê ya jiyanê tu carî qut nebûye. Di temenê wê yê 8-9 salî de malbat ferq dike ku keça wan ji xeyalê xwe wêneyan li ser lênûsên birayê xwe yê mezin xêz dike.  Bi riya wênexêzkirinê hestên xwe îfade dike û tiştên di xeyalê xwe de parve dike.

Her ku roj derbas dibin Şervîn di wêne xêzkirine de pêşdikeve. Bi pênûsê wêne xêzdike û herî zêde rengê reş û spî dide bikaranîn û jin û zarokan xêzdike. Şervîn her roj du saetan dixebitê. Şervîn tevli kongreyê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Kantonê dibe û dewreya perwerdeya wêne xêzkirinê ya Çand û huner  dibîne.


Tevlî pêşengehê dibe

Şervîn piştî ku perwerdeya xwe bi dawî dike bi tabloyên xwe tevli pêşengeha ku Weqfa Jina Azad a zanist û perwerdeyê vekiriye, dibe. Piştre ji bo piştgiriya berxwedaniya Kantona Kobanê û Şengalê tevli pêşengeha Desteya Jin a bi navê ‘qêrîna rengan’ a sala 2015’an vebûyî, dibe. Di pêşengehê de tabloyên wê têne hatin ecibandin û hat xelatkirin. 

Dayîka Şervîn Hemîde Elo anî ziman ku Saziyeke alîkariyê ya Netewên Yekbûyî xwestine wê tedawî bikin lê belê Şervîn nexwestiye ku derkeve derveyî xaka Efrînê. 


 EFRÎN