Koordînasyona Hilbijartinan a Ewrûpayê ku ji bo destekê bide HDP’ê û Demîrtaş ava bû, diyar kir ku dengdana li derveyî Tirkiyeyê qediya ye, lê belê pêvajoya hilbijartinê dewam dike.

Koordînasyonê bang li hilbijêrên ku heta niha dengê xwe nedane jî kir û xwest ew li deriyên sînor dengê xwe bidin.

Kordînasyonê her wiha ji her kesê li derveyî Tirkiyeyê xwest, bi rêya dost, nas û malbatên xwe yên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê karê hilbijartinan bidomînin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dengdana li derveyî Tirkiyeyê qediya be jî, hilbijartin hîna neqediyane û hat gotin, “Heta 25’ê Hezîranê divê em bi heman biryardarî û tempoyê ji bo hilbijartinên li Tirkiyeyê seferber bibin.”

 

 NAVENDA NÛÇEYAN