PDK´ê 54 roj in ambargo daniye ser kampa penaberan a Mexmûrê. Dayikên Aştiyê jî 9 roj in li ber nuqteya kontrolê ya PDK´ê çalakiyekê dikin. Hevşaredara Mexmûrê Leyla Arzûyê got, heta ambargo rabe ew ê li ber xwe bidin.

EZÎZ PUSAT / ROJNEWS/MEXMÛR

Çalakiya Dayikên Aştiyê ya li benda kontrola PDK’ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de didome. 54 roj in li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem (Cûdî) ambargo heye û dayik ji bo rakirina vê ambargoyê çalakiyê pêk tînin. Dayikên Mexmûrê dibêjin heta ku dorpêç bi dawî nebe wê çalakiya me dewam bike. Piştî kuştina berpirsyarê MÎT’ê Osman Kose wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrişan û ambargo li ser hat danîn. Ev 54 roj in dorpêç û ambargoya li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) didome. Çalakiya dayîkan jî di roja 9’an de tevî germ û toza zêde jî bi biryardarî dewam dike. Hevseroka Şaredarariya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Leyla Arzû Îlhan ku ew jî di çalakiyê de cîh digire, li ser mijarê axivî û got; “Dayîkên li qada berxwedanê ne bi hêz, çand û çalakiya xwe resentiya jinê diparêzin. Dema ku jin bibe xwediyê hêzê, yan jî dema jin bibe xwediyê gotinê wê demê keda jinê derdikeve holê. Jin ti carî bê edaletiyê qebûl nakin û bê edaletiya heyî jî bi ked û hêza xwe li ber radibe, ji ber ku jin rastiya civakê diparêze û xwedî li civakbûyînê derdikeve. Çiqa hêzên desthilatdar bixwazin ku di kesayeta jinê de civakê tûne bikin jî lê nikarin vê yeke bikin. Ji ber ku jin rastî, exlaq û hebûna civakbûyînê ye. Ev 25 sale jinên penaber bi ked û xwêdana xwe têkoşîn û berxwdanê dikin. Jin her dem bi hêvî ne ku dikarin vê pergala desthilatdar hilweşînin û civakê li rastiya wê vegerînin.”

‘Dorpêç 54 roj in didome’

Leyla Arzû di dewama axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinên wargehê û got; “Ev 54 roje dorpêç û ambargoyek bê edalet li ser wargeha Mexmûrê tê meşandin. Jinên wargehê jî li dijî vê bêedaletiyê li ber xwe didin. Zarokên du dayikan ji ber wan çûn. Ew zarok bi beden û canê xwe mezin kiribûn û ew keda wan bû. Lê ji ber  ambargoya hêzên PDK’ê nekarîn zarokên xwe biparêzin. Jin çiqasî mexdûrê sistema desthilatdar be jî ewqasî hêviyekê ji bo civakbûnê diafirîne. Ji lewma em bi vê hêviyê berxwedana xwe dewam dikin.”