Bi pêşengiya Kongreya Star û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Dirbêsiyê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê hatin destpêkirin, û ev çalakî dewam dike. Bi sedan şêniyên navçeyê beşdarî çalakiya grevê bûne.

Felsefeya wî li her deverê ye

Mihemed Xelef ku çalakvanê grevê ye, qala armanca tevlîbûna xwe ya nav çalakiyê kir û got, “Komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi hevkariya gelek dewletan pêk hat, bi berxwedan û vîna gelê Kurd têk çû. Her wiha tevî ku Ocalan dîlgirtî ye, ew bi fikr û felsefeya xwe li her deverê ye.”

Em ê wî azad bikin

Çalekgera bi navê Zahîde Mihemed jî got, “Em di greva birçîbûnê de ne û em ê van çalakiyan bidomînin heta Rêber Ocalan azad bibe.”

Komplo dewam dike

Mesoc Hac Mensor jî got, “Her kes baş dizane ku dewleta Tirk a dagirker bi dehên salan e dijminahiya doza Kurd dike û bi alîkariya gelek dewletan li dijî rêberê me komplo pêk anî. Lê belê tevî dîlgirtinê jî Ocalan azad e. Ev destketiyên Rojavayê Kurdistanê, mîrateya raman û felsefeya Rêber Apo ye.

Li dijî zilmê bibin yek

Delal Yûnis jî li dijî zilmê banga yekîtiyê li her kesî kir û got, weke jinên navçeya Dirbêsiyê her em ê piştevaniya parlamentera HDP´ê Leyla Guven bikin da ku xwestekên wê bi cih bên.”

 

 ANHA/HESEKÊ