Hêrsa berxwedanê
Dayika Rabîa dema bahsa têkoşina xwe dike wiha tine ziman: "Du kurên min di têkoşinê de jiyana xwe ji dest dan. Min li ser cenazeyên her du kurên xwe sond xwariye ku heya dawiyê ezê ji bo azadiya gelê kurd û aşîtiyê têbikoşim." Kurê Dayîka Rabîa yê yekemîn Mehmet Salih Bilen di sala 1978 de di 14 saliya xwe de ji ber ku xabatên ciwanan dimeşand tê girtin û 12 sal di girtîgehê de dimîne. Piştî ji girtîgehê dertê Memed Salih Bilen tevlî revên PKK'ê dibe. Di sala 1990´an de li navenda Amedê bi 5 rêhevalên xwe re di encama giliyekî jiyana xwe ji dest dide.
Hesreta zarokan giran e
Dayika Rabîa dema bahsa wê rojê dike hestiyar dibe û wê rojê wiha tîne ziman: "Mehmet Salîh miroveke pir jîr û zane bû, temenê wî biçûk bû lê pir zirek bû. Di got 'leşkerên Apo listikên zarokan nalîzin ez leşkerê Apo me' û lîstik nedilîstin. Min kurê xwe Mehmet Salîh bi salan neditibû hesreta dilê min bûbû wek deryayek. Bi salan ez bi bêhna kurê xwe li ser piyan mam, dema ku min di televizyonê de agahiya şehadeta kurê xwe bihîst piyên min erd negirtin û ez bi vê agahiyê hejiyam."
15 cangorî dane
Bilen, diyar kir ku piştî kurê wê Mehmet Salîh jiyana xwe ji dest da kurê wê ya duyemin Hasan Bilen ji berxwedana birayê xwe gelek bandor bû û ji bo azadiya gelê kurd têkoşineke mezin di navenda Êlihê de dida meşandin. Kurê Rabîa Hasan Bilen jî di sala 1992'yan de dema ku rêvebertiya Partiya Gelan û Kedê (HEP)'ê de xabatên xwe di da meşandin ji hela hîzbullahê ve li ber deriyê malê hatibû kuştin. Dayîka Bilan, destnîşan kir ku di wê demê de nezî 15 xizmên wê di şerê azadiyê de û ji aliyê hîzbullahê û hêzên dewletê ve hatine kuştin.
Doz li Bîlen vekirin
Rabîa Bilen dema ku kurê wê Mehmet Salîh Bilen li Amedê di şer de jiyana xwe ji dest da polisê bi navê Erol Çakmak jî bi birindar bûbû. Polisê birinda Erol Çakmak pistî 23 salan li Rabîa Bilen doza ziyanê vekir. Bilen li hember vê doza şaş, perteke xwe nîşanda: "Di pevçûnê de kurê min jiyana xwe ji dest daye dewlet kor û bê deng e, lê ji ber ku polisên wan birindar bûye doz li me vedikin. Ev feraseteke çawa ye. Bi pereyên ku ji me bistinin tê bedena xwe baş bike, lê ka kurê min, tûyê kurê min careke din bînî dinê". Parêzerê malbata Bilen, Orhan Acar diyar kir ku ev doz ne qanûnî ye.
Kurd bi hazaranin
Bilen,anî ziman ku heya ku li ser piyan bû di kar û xabatên şaredariyê de cih girt û wisa bahsa xabatên xwe û rêhevalên xwe kir: "Di her dema hilbijartinê de ji bo kar û xabatên hilbijartinê ez bi rêhevalên xwe re kolan bi kolan, mal bi mal geriyam. Di xebatên hilbijartinê de me hertim bahsa hebûna Kurdan kir, me digot bi hilbijartinê tê gelê kurd bi gihîje azadiya xwe. Di cihanê de bi hezaran kurd dijin û bindestin. Kes nikare kurdan tûne bihesibîne. Kurd bi hazaran in." Bilen diyar kir ku eger tenduristiya wê baş bûya dê wek berê ji bo azadiyê kolan bi kolan xebatên xwe bimeşan da.
DÎHA/ÊLIH