Nerazîbûnên li dijî tecrîdkirina Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya ji bo çalakgerên grevên birçîbûnê zêde dibin.

Elmanya

Li bajarê Freiburgê jî ji bo ewlehî û tenduristiya Abdullah Ocalan, çapemeniyên cihî hatin ziyaretkirin. Kurdisatanî weke heyet çûn serdana rojnameya Badische Zeitung a li Freiburgê.

Di serdanê de bêdengiya çapemeniyên cihî ya li hember çalakiyan hatin rexnekirin û ji wan hat xwestin ku biçin serdana çalakgerên greva birçîbûnê ya li bajarê Strasbourgê.

Li bajarê Hildesheimê yê Elmanyayê jî, endamên Komuna Jinê ya Şehîd Meryem çûn serdana navenda rojnameya Hildesheimer Allgemeine Zeitungê (HAZ). Ev rojname ya herî kevn a rojane ya welêt e û dosyayek li ser berxwedana Leyla Guven pêşkêşî wan hat kirin. Jinan ji rayedarê rojnameyê xwest ku rewşa Guven a ku li ber mirinê ye ji nêz ve bişopînin. Di hevdîtinê de rayedarên HAZ’ê jî li ser mijarê pirs kirin û soz dan ku ew ê rewşê bi baldarî bişopînin.

Swîsre

Aktivîstên Yekîtiya Ciwanên Şoreşger li bajarê Swîsre Zurichê li dijî tecrîdê çalakiyek li dar xist. Ciwanan li stasyona trenê ya navendê pankart û al vekirin û bi dirûşmêyan tecrîd rûreş kir.

Li Navenda bajarê Bernê jî bi meşeke li nava stasyona trenê tecrîd hate protestokirin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘Tikiye baldar be! Cîhaneke bê Ocalan em ê bi serê te de hilweşînin’ û posterên Ocalan hatin hildan.

Bi pêşengtiya Komuna Jinan a Arjîn Garzan jî li stasyona trenê ya navenda Wintherthurê bi armanca piştgiriya çalakiyên grevên birçîbûnê çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de Hevseroka KCD-Swîsreyê, Songul Arslan axivî û got, “Daxwazên çalakvanên greva birçîbûnê daxwazên me ne.”

Holanda

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê jî li pêşiya şaredariyê ji bo balê bikişînin ser çalakiyên grevan çalakiyek hate kirin. Di çalakiyê de wêneyên Leyla Guven hatin hildan. Dîsa pankartên ‘Bila tecrîd bê bidawîkirin’ û ‘ Heta Ocalan azad nebe, Tirkiye demokratîk nabe’ hatin vekirin.

Awusturalya

Kurdên li Sydneyê jî li kolana herî şên, Pitt Street Mallê mûm vêxistin û desteka dan berxwedêrên greva birçîbûnê. Di çalakiyê de li dijî CPT’yê helwêst hate nîşandan û hate xwestin ku CPT demildest biçe Imraliyê. Çalakgeran got, “Heke ji grevên birçîbûnê rewşeke neyênî derkeve holê, wê ne tenê Tirkiye, her wiha welatên Ewrûpayê jî berpirs bin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN