Çar berxwedêrên ku li paytexta Elmanyayê Berlînê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di greva birçîbûnê de, bênavber xelk diçe serdana wan. Her çar çalakgerên berê li bajarên Duisburg, Nurnberg û Kasselê çalakiya xwe dabû destpêkirin, ji 29’ê Sibatê û pê ve li paytext Berlînê çalakiya xwe didomînin.

Berxwedêr rojên destpêkê yên çalakiyê li cihekî di navbera Parlamena Elmanyayê ya Federal û avahiya Serokwezaretiya Federal de di hundirê karavanekê de li ber xwe dida. Ji ber giranbûna pirsgirêkên tenduristiyê, berxwedêr li komeleya NAV-DEM’ê ya li Berlînê çalakiya xwe didomînin.

Ji Dortmund, Bochum, Essen, Meklenburg, Dresden, Leipzig û gelek bajarên din ên Elmanyayê Kurdistanî diçin serdana çalakgeran.

Divê em berxwedêran tenê nehêlin

Ji kedkarên çapemeniya azad a Kurd, Hêvî Gabar yek ji mêvanên berxwedêran bû. Hêvî Gabar got, “Berxwedana hevalan bi rastî jî gelekî deng veda, em jî xwe li pêşberî wan berpirsyar dibînin” û wiha dewam kir: “Em heta dawiyê tevlî daxwazên wan dibin. Em ji hêzên komploger û antî-şoreşger re vê dibêjin; Em ê tecrîd û êşkenceya li dijî Rêber Apo ti carî qebûl nekin.”

Îbrahîm Ozsûlar ê ji Eyaleta Meklenburgê hate serdana çalakgeran got, “Ez bang li Kurdistaniyan hemûyan dikim; li vê derê mirov ji bo me, ji bo rizgariya Kurdistanê bedena xwe dane ber mirinê û roj bi roj dihelin. Di rewşeke wiha de nabe ku em li mala xwe rûnên û tiştekî nekin. Divê em van berxwedêran bi tenê nehêlin, timî bi wan re bin.”

Em ê bi ser kevin

Firat Tûzak ê ji Bochumê serdana çalakgeran kir û got, “Em heta dawiyê bi van hevalên xwe re ne ku li dijî tecrîdkirina Rêber Apo bedena xwe kirine sîper. Bang li welatparêzan hemûyan dikim, ji bo heval jiyana xwe ji dest nedin, têbikoşin.”

Ji berxwedêrên greva birçîbûnê Cemal Kobanê jî got, “Em bi hatina we kêfxweş bûn. Em gelekî bi biryar in û bawer dikin ku em ê bi ser kevin. Bila gelê me di vê mijarê de gumanan neke. Em dixwazin vê yekê eşkere bibêjin; em vê hêza xwe ji gelê xwe û Rêber Apo werdigirin. Heger em çalakiyên xwe veguherînin çalakiyên encamgir, wê demê em ê teqez bi ser kevin.”

Berxwedêr Şiyar Xelîl jî got, “Vê berxwedanê manewiyata me ji nû ve afirand, xurt kir û ji ber vê yekê, hatina we jî em hîna bêhtir bi hev ve girê dan. Em ji nû ve xwedî li hev derdikevin. Ji roja ku berxwedanê destpê kiriye û vir ve, em baş zanin ku gelê me qet nesekiniye. Lê xuya ye ev jî têrê nake. Berlîn navendeke girîng e, yek ji navendên girîng ên biryardanê yên Ewrûpayê ye. Ji bo em vê navendê bixin nava liv û tevgerê, ji bo em bala raya giştî ya dinyayê hîna bêhtir bikişînin ser vê yekê, me biryar da ku berxwedana xwe bidomînin. Divê gelê me jî ji niha û pê ve xurttir piştgiriyê bide berxwedana grevên birçîbûnê.”

 

BERLÎN