Kartal got, “Grevên birçîbûnê konsepta tecrîdê şikandiye lê hê jî siyaseta îmhayê didome. Saziyên wekî Konseya Ewrûpayê yên li Strasbourgê şirîkên konsepta îmhayê ya li ser Kurdan in.” Û banga nebin şirîkê vê konseptê li Ewrûpayê kir.
Çalakiya Nobeta Azadiyê ya ku ji bo Azadiya Ocalan li pêşiya Konseya Ewrûpayê tê kirin, doh 7 salên xwe temam kirin. Nûner û hevserokên saziyen Kurdan ên li Ewrûpayê nobet dewr girtin. Di dema dewrgirtina nobetê de ji çalakgeran Hevseroka KCDK-E´yê Fatoş Goksûngûr got, “Ji ber ku ev çalakiya me li ser azadiya Rêbertiya me ye, heta ku Rêbertiya me azad bibe ev çalakiya me jî wê bidome.
Çalakiya Nobeta Azadî ji Ocalan re ya ku li bajarê Fransayê Strasboûrgê yê ku saziyên wekî CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropûyê û Parlemena Ewrûpayê lê ne, doh 7 sal li pey xwe hiştin. Di salvegera destpêkirina nobetê de nûnerên KNK, KCK, KCDK-E, TJK-E jî di nav de gelek nûneran nobet ji bo vê hefteyê dewr girt.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û Hevserokên KCDK-E’yê Yuksel Koç û Fatoş Goksûngûr jî di nav de gelek nûner di daxuyaniya çapemeniyê de amade bûn û wan diyar kir heta ku azadiya Ocalan pêk were, ew ê têkoşînê bidomînin.
Ji bo Ocalan azad bibe
Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û diyar kir ku Ocalan ne bi tenê ji bo Kurdan, ji bo gelên Rojhilata Navîn jî girîng e û got, “Hevdîtina bi Ocalan re ya di 2’ê Gulanê de hêvî daye hemû gelan. Ji îro ve pê ve jî tekane peywira me azadiya Ocalan e. KCDK-E û pêkhateyên wê çalakiyên ji bo Ocalan wê bidomînin û gelê Kurd heta ku faşîzm bi dawî bibe wê têkoşîna xwe bidomîne.”
Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr jî got ku “Ji ber ku ev çalakiya me li ser azadiya Rêbertiya me ye, heta ku Rêbertiya me azad bibe ev çalakiya me jî wê bidome.”
Dagirkeriya Başûr ji konsepta qirrkirinê ye
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî bi bîr xist ku li ser hemû Kurdistanê konsepteke şer heye û bal kişand ser wê yekê ku grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê li her dera cihanê belav bûne. Kartal got, “Grevên birçîbûnê konsepta tecrîdê şikandiye lê hê jî siyaseta îmhayê didome. Saziyên wekî Konseya Ewrûpayê yên li Strasbourgê şirîkên konsepta îmhayê ya li ser Kurdan in.”
Kartal îşaret bi dagirkeriya li dijî Başûrê Kurdistanê jî kir, ew weke parçeyekî vê konseptê bi nav kir û got, Ocalan dikare kêşeyên li Tirkiye û Rojhilata Navîn çareser bike. Kartal xwest, welat û saziyên Ewrûpayê li hemberî vê konsepta şer bisekinin.
Rêber Apo îradeya gelê Kurd e
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd ên Ewrûpayê (TJK-E) Zozan Serhat jî got, “Divê hemû cihan zanibe ku çi qasî dengê Rêbertiya me were qutkirin jî gelê Kurd Rêber Apo wekî îradeya xwe qebûl dike. Azadiya Ocalan ji bo tevgera jinan tiştekî jêneger e.”
Li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Refîk Xefûr jî bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ku li dijî tecrîdê hatibûn destpêkirin. Xefûr diyar kir ku berxwedan wê serfiraziyê bîne û divê gelê Kurd bibe yek. Xafûr bal kişand ser têkoşînê û got, têkoşîn wê hem azadiya Ocalan û hem jî azadiya wan misoger bike.
Li ser navê Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Dayîka Melek jî got, Ocalan rêberê hemû mezlûman e. Dayîka Melek got, “Ocalan dikare kêşeyan çareser bike. Ev tişt jî wê bi têkoşîna me bibe. Em ê van polîtîkayên faşîst ti carî qebûl nekin.”
Li ser navê ciwanan jî çalakgerê berxwedanê Merwan Botan jî got ku “Hezkirina me ya ji bo Rêber Apo gelekî kûr û mezin e. Em ê ji niha bi şûn ve jî bi Rêbertiya xwe re bin.”
Çalakiya Azadî ji bo Ocalan di 25’ê Hezîrana 2012’an de dest pê kiribû. Heta niha ji nav 366 koman nêzî du hezar kesî tevlî çalakiyê bûne. Ji sed hezaran kesî re heta niha qala fikrên Ocalan hate kirin.
ANF / STRASBOURG