
ERGÎN ÇAGLAR / HAMDULLAH KESEN / MA / EDENE/ MERSÎN
Bavê Ebedîn Aktaş ê girtî ku sewqî girtîgeha Skenderûnê hat kirin, Diyadîn Aktaş bal kişand ser rewşa kurê xwe û got, “Bi darê zorê bi girtiyan ala Tirk didin maçkirin.”
Rêveberên HDP’ê Halîl Baybarîz, Mahmut Adar, endamên HDP’ê Fîkret Tekîn û Ugur Anuştekîn jî di nav de, 38 girtî di 23’ê Mijdarê de ji Girtîgeha Tîpa M a Skenderûnê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Skenderûnê hatin kirin. Dema hatin sewqkirin ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekirin, girtiyan lêdan xwar. Hat zanîn ku dermankirina girtiyan pêk nayê û li girtîgehê binpêkirina mafan dewam dikin.
Êşkenceya sîstematîk
Dayika Fîkret Tekîn ê lêdanxwarî, Gulîzar Tekîn destnîşan kir ku ji ber ku kurê wê “lêgerîna tazî” qebûl nekiriye, lêdan xwariye û wiha peyivî: “Nêzî 18 mehan e kurê min girtî ye û di bin zext û êşkenceya dijwar de ye. Hefteya bihurî ez çûm girtîgehê. Laş û bin çavê wî reş û şîn bûbû. Kincên wan derdixin û bi awayekî komî êşkenceyê li wan dikin. Cixareyan li ser laşê wan vedimirînin.”
Bavê heman girtiyî, Fîkrettîn Tekîn jî diyar kir ku roja yekşemê bi kurê xwe re bi riya têlefonê peyiviye û kurê wî jê re gotiye; “Ji ber em pêkanînên wan qebûl nakin hemû pêkûtiyan li ser me ferz dikin. Hemû mafên me binpê dikin. Tiştên em dibêjin hêj kêm in jî. Em banga hestiyariyê li raya giştî dikin.” Bav Tekîn jî xwest ku êşkence bi dawî bibe û ev bang kir: “Bila ev êşkence bi dawî bibe!”
Gardiyan bi darê zorê alê didin maçkirin
Bavê Girtiyê bi navê Ebedîn Aktaş ku ev 7 meh in li Girtîgeha Tîpa M a Skenderûnê girtî ye, Diyadîn Aktaş jî diyar kir ku di 04’ê Mijdarê de bi kurê xwe re bi telefonê axiviye; “Kurê min bi 37 hevalên xwe re piştî sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Skenderûnê hatin kirin, rastî êşkenceya gardiyanan tê. Gava kurê min û hevalên wî dibin girtîgehê, dest datînin ser amûrên wan û paşê pirr xerab li wan dixin. Li vê derê zorê li wan dikin ku li ber ala Tirk rawestin û wê maç bikin. Bêguman girtî vê pêkanînê qebûl nakin, paşê gardiyan êrişî wan dikin, wan şilfûtazî dikin, careke din wan derb dikin û yek bi yek dikin hucreyan.”
Dê û bav wê dest bi greva biçîbûnê bikin
Aktaş, da zanîn ku êrişên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin û wiha domand, “Kurê min ji min re got, ‘Sedema êrîşan midûrê nû yê hatiye girtîgehê ye.’ Kurê min got ewlekariya canê wan li girtîgehê tineye û ji me xwest ku em serî li parlamenter, rêxistinên civaka sivîl, Komeleya Mafê Mirovan bidin.” Aktaş, dest nîşan kir ku tiştên bi girtiyan dikin, bi mirovahiyê re ti elaqeya xwe nîne û gotinên wiha bi dawî kirin; “Heya êriş û êşkence bi dawî bibin, em ê şopdarê van bûyeran bin. Heger bê xwestin em ê li ber deriyê, girtîgehê dest bi greva birçîbûnê bikin. Em bang li her kesî dikin da ku guh bidin qerîna ji girtîgehan.”
Bavê Lokman Aydemîr ê nêzî salekê girtî ye û hat sirgûn kirin, Mehmet Emîn Aydemîr jî girtîgeh pirtûkan, nameyan û rojanemeyan nadin girtiyan, careke din nîvê şevê gardiyan ser qawîşan de digirin û girtiyan derb dikin. Bav Aydemîr, anî ziman ku kurê wî bi telefonê ji wî re gotiye, heger tiştên li girtîgehê ji we re bibêjim dê telefonê bigirin, lê tenê vê bibêjim, derfetên heyî pirr xirab in û ewlekariya canê girtiyan tineye. Aydemîr, da zanîn ku ew ji bo jiyana kurê xwe bi fikar e û bang li her kesî kir ku bi hestiyarî tevbigere.