HAMDULLAH KESEN / MA / QIBRIS

Li Qibrisê kesê bi navê Mehmet Kûzûcû, ji ber ku di wesayîta xwe de li stranên bi Kurdî guhdarî kir, 3 rojan girtî ma. Endamê Konseya Yekîtiya Baroyên Tirk a Qibrisê, Ahmet Saîd Sayin, anî ziman ku li Qibrisê qanûna “Rêxistina terorî” tine ye û bal kişand rêgeza “sûcê bê qanûn nabe.”

Mehmet Kûzûcû yê ku li Gazîmagûsa ya Bakurê Qibrisê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve dagirkirî dijî, li ser îxbarekê, kete ber xezeba polîsan. Polîsan mala wî û wesayîta wî sehî kir û bi îdîaya “propaganadaya rêxistinê” ew binçav kir. Bi hinceta di wesayîta xwe de li stranên bi Kurdî guhdarî kiriye, Kûzûcû hat binçavkirin û li dadgehê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye” hat girtin. Kûzûcû piştî 3 rojan bi kefaletê hat berdan.

Stran bûn delîla sûc

Rayedarên polîsan diyar kir ku lêpirsîn hîna didome û USB’ya di wesayîta Kûzûcû de wekî delîl hatiye desteserkirin. Li gorî îdîaya polîsan ji 54 stranên di USB’ê de 4 jê pesnê PKK’ê didin. Sedema girtina Kûzûcû ya 3 rojan jî ev bû.

Endamê Konseya Yekîtiya Baroyên Tirk a Qibrisê, Ahmet Saîd Sayin têkildarî mijarê got, di qanûna Komara Tirk a Qibrisa Bakur de têkildarî axaftina bi Kurdî û guhdarîkirina li muzîka bi Kurdî de ti qanûn tine ne û wiha dewam kir: “Li Qibrisê guhdarîkirina muzîka kurdî ne sûc e, lê belê kesê hatiye girtin bi îdiaya ‘li muzîka ku propgandaya rêxistina terorî dike guhdarî kiriye’ hatiye girtin. Jixwe, li Qibrisê nediyar e ka kîjan rêxistin ‘derqanûnî ne’ û ‘rêxistinên terorî’ ne. Qanûneke wisa tine ye. Rêgeza ‘sûcê bêqanûn nabe’ hîmê sereke yê Hiqûqa Ceza ye. Pirsgirêkên ku berê Tirkiye di warê edaletê de bi wan re rû bi rû dima, hîna jî em bi wan re rû bi rû dimînin. Leza me ya ji bo demokratîkbûyînê pirr hêdî ye.”

Serokê Weqfa Mafên Mirovan a Tirk a Qibrisê Denîz Duzgun jî, destnîşan kir ku di qanûnên Qibrisê de guhdarîkirina li muzîka Kurdî ne sûc e.