Li bajarê Silêmaniyê, welatiyê bi navê Merwan Memduh Ozdemir, li dijî tecrîdkirina giran a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi rojiya mirinê kir.
Greva birçîbûnê ya li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê, li dijî tecrîdkirina Abdullah Ocalan, di roja 154’an bi biryardarî dewam dike. Li dijî tecrîdê û bêdengiya dewleta Tirk bi heman armancê li Komeleya Karkerên Mezopotamya ya li bajarê Silêmaniyê, welatiyê bi navê Merwan Memduh Ozdemir ê ji Colemêrgê ye, dest bi rojiya mirinê kir.
Çalakger Merwan Memduh li ser armanca çalakiya xwe ya rojiya mirinê daxuyaniyek da çapemeniyê û got; “Dewleta Tirk bi tecrîdkirina Rêber Ocalan dixwaze paşeroja gelê Kurd tarî bike. Rêber Apo ne rêberekî ji rêzê ye. Bi salan e ku ji bo azadiya gelê Kurd û bindestan têdikoşe. Rêberê gelekî ye. Dewleta Tirk bi tecrîdê êrişî hemû gelê Kurd dike. Li dijî tecrîdê gelek têkoşîn tê kirin. Bi hezaran kes di greva birçîbûnê de ne. Ez silavên xwe ji bo hemû çalakvanan dişînim.
Ez jî li Silêmaniyê ji bo şikandina tecrîda li dijî Rêber Ocalan dest bi rojiya mirinê dikim. Heta em serketinê bi dest bixin, ez ê çalakiya xwe rojiya mirinê dewam bikim.”
Hêviya ji xelkê Başûr
Ozdemîr di dawiyê de bal kişand ser têkoşîn û qehremaniya gelê Başûrê Kurdistanê jî û got; “Gelê Başûr gelek qurbanî dane. Piştî têkoşîneke mezin hinek mafên xwe bi dest xistine. Îro me li Silêmaniyê ev çalakî daye destpêkirin, hêvîdar im rewşenbîr, hunermend û hemû xelkê Başûr piştgiriya çalakiyê bikin.”
SILÊMANÎ / ROJNEWS